NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) endamên çalakiyên xwe yên di çarçoveya pêngava ‘Tolhildana Sor’ ên li 7 bajaran lidar xistibûn bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi çalakiyên di çarçoveya pêngava ‘Tolhildana Sor’ hatin kirin li Kurdistanê nefes li dagirkeran çikandin, bi çalakiyên taktîk û rêbazên nû wê bi hêrsa ‘Tolhildana Sor’ dewleta Tirk bi fetisînin. DDH – DGK-H got: “Li Kurdistanê polîs, leşker, hevkar, noker û her kesê ku xizmeta dagirkeriyê û dijmin bike wê di nava hêrsa me de bi fetisin.”
Agahiyên li ser çalakiyan wiha ne:
“AMED
17’ê Tebaxê li semta Ofîs a Yenîşehîr a Amedê bi bombeyên destan li dijî apartmana Ozçelîk ku karê madeyên hişbir dike çalakiyek hate kirin. Piştî çalakiyê hêzên me bi ewle ji herêmê dûr ketine.
19’ê Tebaxê di saetên şevê de li taxa 5 Nîsan a Rezan a Amedê ji aliyê Yekîneya Şehîd Bawer Ceng ve rê hate girtin. Yekîneya me ya ku bi kontrol herêmê demekê kontrol kir, bi fîşekên hewayî bi ewle ji qadê dûr ketine.
20’ê Tebaxê di saetên şevê de ji aliyê Yekîneya Şehîd Erîş Mordem a me ve li Rezan a Amedê li dijî polîsên li pêşiya Girtîgeha Tîpa E bicih bûbûn bi bombeyên destan çalakiyek kirin.
30’ê Tebaxê li dijî polîsên dagirker ên li pêşiya Girtîgeha Tîpa E bicih bûbûn, bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin. Heman dîrokê bankamatîkek girêdayî PTT’ê ya Rezanê jî hatiye şewitandin û îmha bûye.
22’yê Îlonê di saetên şevê de li herêma Sento ya Rezan a Amedê Yekîneya Şehîd Jînda Sozdar bi fîşekên hewayî û bombeyên destan rê girtin. Yekîneya me ya demekê bi ewle herêm kontrol kir, piştre derketin.
23’ê Îlonê li taxa Îskender Paşa ya navçeya Sûr a Amedê Yekîneya Şehîd Jînda Sozdar firoşkarekî madeyên hişbir ceza kir.
2’yê Cotmehê Yekîneya Şehîd Huseyîn Firat (Cîhan Erbaş) li navçeya Rezan a Amedê li du cihan bombe bi cihkiribûn rê li trafîkê girtin. Li Rezanê pankarta bi bombeyî ya ‘Wê hesabê Kurdên ji helîkopterê hatin avêtin bên pirsîn’ hate daliqandin.
2’yê Cotmehê Yekîneya Şehîd Huseyîn Firat li navçeya Rezan a Amedê li dijî marketa A101’ê çalakiyek bi bombeyên destan kirin.
22’yê Cotmehê Yekîneya Şehîd Zana Bextiyar li navçeya Rezan a Amedê tezahek a fuhûş û madeyên hişbir dikr kirin hedef û bi bombeyekê çalakî kirin. Di çalakiyê de hejmara kesên hatine cezakirin nehate zanîn, polîsan herêm dorpêç kirin.
WAN
27’ê Tebaxê Yekîneya Şehîd Zerdeş li navçeya Artemêtan a Wanê li taxa Suphanê li dijî nuqteya polîsan çalakiyek ya bi bombeyên destan kir. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên polîsan nehate zelalkirin.
15’ê Tîrmehê li dijî konvoya hevaran li ser rêya Kale ya Wanê bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin.
19’ê Tîrmehê li taxa Supan a navçeya Artemêtanê li dijî mala hevkarekî bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin.
19’ê Tebaxê di saetên şevê de li Taxa Selîmiye ya navçeya Tuşbayê li dijî mala du şexsên hevkarên faşîstan bi bombeyên destan çalakî hatin kirin.
23’yê Tebaxê li taxa Emîr Paşa ya Artemêtanê li dijî mala xwendekarên keç bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ziyanek mezin gihişte mala xwendekarên keç.
27’ê Tebaxê di saet 10:30’ê li Taxa Suphan a Artemêtanê li dijî navenda desteka malbatî bi molotofkokteylan çalakiyek hate kirin, heman demê li dijî dibistana zarokan a Kahraman a girêdayî hevkaran e bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin.
29’ê Tebaxê saet 11:30’î li taxa Selîmbey li dijî malên du şexsên hevkarên dijmin bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin û ziyanek mezin gihişte malan.
20’ê Cotmehê li taxa Akkoprû ya Wanê li dijî wesayîta zirxî ya Akrep a polîsan bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin û bi fîşekên hewayî jî çalakî hate kirin. Piştî çalakiyê dijmin tax terikand.
21’ê Cotmehê li taxa Xîsar a Xaçortê li dijî wesayîta polîsan a dewriye digeriya bi bombeyên destan û fîşekên hewayî çalakiyek hate kirin, demek dirêj rê neda ku bikeve taxê.
22’yê Cotmehê li taxa Bayîlî ya Xaçortê bi awaykî bi bandor çalakiyek li dijî dewriyeya polîsan a li taxê xistin, rê neda bikevin taxê. Piştî çalakiyê li taxê nivîsên ‘Tolhildan’, ‘Têkoşîn didome’ û ‘Dawiya madeyên hişbir hatiye’ hatin nivîsandin.
24’ê Cotmehê li dijî kişlaya Hacîbekir bi bombeyên destan û fîşekên hewayî çalakiyek hate kirin. Piştî çalakiyê leşkerên ku li kişlayê nobedar bûn, reviyan cihê nobedê terikandin.
ŞIRNEX
19’ê Tebaxê li Taxa Dîcle ya Silopya ya Şirnexê şexê bi navê Mehmet Okten ê hem alkol, fuhûş û madeyên hişbir difirot ji aliyê Yekîneya Şehîd Êrîş Çirav ve çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de Mehmet Otken û 3 MHP’iyên li gel hatin cezakirin. Her wiha li aliyê din hejmara zêdetir a kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.
28’ê Îlonê li Taxa Şehîr a Silopiya ya Şirnexê Yekîneya Şehîd Êrîş Çirav li dijî wesayîta baskê ciwanên AKP’î çalakiyek bi bombeyên destan kir û bi fîşekên hewayî çalakî kir. Di çalakiyê de wesayît hatiye hedefkirin lê li ser hejmara kuştî û birîndaran ti agahiyek nehatiye girtin.
ÊLIH
26’Ê Îlonê Yekîneya Şehîd Xemgîn li taxa Rezan a Êlihê agir berda wesayîta ku amûr ji bo kişlaya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker dibir. Di çalakiyê de wesayît bi temamî şewitî û bêkêr bû.
28’ê Îlonê Yekîneya Şehîd Nûda Eleftarya li Êlihê wesayîta şexsekî AKP’î şewitand. Wesayît bê kêr bû û yekîneya me bi ewle ji herêmê dûr ket.
AMED
27’ê Îlonê Yekîneya Şehîda Faraşîn Sîdar li parka Kaniya Navîn a Farqînê li dijî kesên madeyên hişbir difirotin çalakiyek kirin.
27’ê Îlonê li navçeya Farqîn a Amedê Yekîneya Şehîd Welat Talzok trafoke ya elektirîkê teqandin.
7’ê Cotmehê saet derdorî 11:00’ê şevê li taxa Ferîdûn a Farqînê li dijî alaya leşkerî çalakiyek bi bombeyên destan hate kirin.
10’ê Cotmehê li dijî stasyona bazê ya li Findikent a Farqînê çalakiyeke ya sabotajê hatiye kirin. Di çalakiyê de stasyona bazê bêkêr bûye.
13’ê Cotmehê saet derdorî 09:30’î ziyan gihiştine wesayîteke şexsê AKP’î ya li taxa Baxlar a Farqînê û bombe avêtine mala wî.
17’ê Cotmehê saet 09:30’ê şevê li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Ûral a li steya Sanayî ya Farqînê dewriye digeriya çalakiyek bi bombeyên destan hatiye kirin. Di çalakiyê de ziyan gihiştiye wesayîtê lê li ser hejmara dagirkerên hatine cezakirin agahî nehatin bidestxistin.
GEVER
28’ê Cotmehê saet 22:30^î li Geverê Yekîneya Şehîd Bawer Agir wesayîta çawîşê pispor ê tecawizkar şewitand û kir xwelî.
MANÎSA
6’ê Îlonê Yekîneya Şehîd Firat Çîçek li dijî fabrîqeyek ya tirî ya faşîstekî ya li navçeya Sarûhanli ya Manîsayê çalakiyek hatiye kirin. Di çalakiyê de agir bi fabrîqeyê ketiye û bêkêr bûye. Ziyanên madî gihişte xwediyê fabrîqeyê û yekîneya me bi ewle ji herêmê dûr ketiye.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî li hewşa malbatekî faşîst çalakiya nivîsan hatiye kirin.”