ŞENGAL – Xwepêşandêrên Şengalê ku dijî binçavkirina şervanê YBŞ’ê yê di êrîşa balefirên dewleta Tirk de birîndar bibû û piştre jî şehîd bibû, her wiha dijî binçavkirina 2 welatiyên birîndar dest bi meşê kiribûn, seytereyek hêzên ewlekariya Iraqê ku li ser rêya wan bû, desteser kir. Xwepêşandêran gotin heta daxwaza wan tê qebûlkirin, ewê çalakiya xwe bidomînin.
Çalakî û xwepêşandanên gelê yên gelê yên dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û hevpeymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin didomin.
Di 9’ê mijdarê de balafirên arteşa Tirk mezraya Xelef a girêdayî gundê Barê yê bajaroka Xanesor a Şengalê bombebaran kiribû. Di encama êrîşê de endamekî YBŞ’ê û 2 welatî birîndar bibûn. Hersê birîndar piştî êrîşê veguhestibûn nexweşxaneya Mûsilê.
Şervanê YBŞ’ê ku hîn nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, li nexweşxaneyê şehîd bû. Lê hêzên ewlekariyê yên Iraqê cenaze desteser kir û hîn jî radestî malbatê nehatiye kirin. Her wiha heru welatiyên birîndar jî li nexweşxaneyê hatine girtin.
Li hemberî êrîş û van pêkanînan gelê Şengalê îro careke din daket kolanan. Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Şengalê kom bûn, dest bi meşê kirin. Di meşa ku wêneyên şehîdên YBŞ hatine vekirin de, pankartên wekî, “Em ji zindanên we natirsin” hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên dijî êrîşan tên berzkirin.
Xwepêşandêran li ser rêya meşê seytereyek hêzên ewlekariya Iraqê desteser kir û diyar kirin ku heta cenazeyê şervanê YBŞ’ê tê teslîmkirin û herdu welatiyên birîndar jî tên berdan, wê çalakiya xwe ya li seytereyê berdewam bikin.
Çalakî didome….