STENBOL – Endama SGDF Tanya Kara û Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Muhammed Erkiz der barê Meclîsên Ciwanên Yekbûyî yên ku ji hêla Rêxistinên Ciwanan ve hatine ragihandin de nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin û li ser girîngî û hewcedariya Meclîsa Ciwanên Yekbûyî peyam dan.
“Em ê bi vê yekbûnê li her deverê bersivê bidin êrîşan”
Endamê Desteya Rêvebiriya Ciwana yê HDP’ê Muhammed Erkiz di derheqê Yekîtiya Rêxistinên Ciwana ya ku ji aliyê Rêxistinên Ciwanan ve hate îlan kirin de nirxandinên girîng kir û li ser pêwîstiya vê yekîtiyê peyam da. Muhammed Erkiz diyar kir ku ev yekîtî di serî de li hember faşîzm, netewperestî û polîtîkayên qirkirin û înkarkirinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dunyayê de bilind dibe hatiye îlan kirin û got ku li hember van tekoşîn tenê yekîtiya ciwan û jinan ve mumkun e. Derblêdana êrîşên ku faşîzan û netewperestî yekbûyina hêz ve dibe û ew ê di her cihî de bi yekîtiyê ve bersiv bidin van êrîşan. Erkiz diyar ku cihên ku nêzikatiyên faşîzan û netewperestî heye li wê derê karê wan yê rêxistinkirina ciwana û tekoşînê jî heye.
“Têkoşîna yekbûyî ji bo hemî beşên bindest pêdivî ye”
Endamê SDGF ê Tanya Kara jî diyar kir ku wan wek Yekîtiya Meclisên Ciwana xwestek û pirsgirêkên karker, bêkar, kedkar, gundî, xwendekar û ciwana xistine rojevê. Tanya Kara diyar kir ku ev pirsgirêkên heyî girtine rojeva xwe û yê van pirsgirêka tekoşîneke polîtîk ve bikin yek. Kara got ku ji bo însanên ku tune tên hesibandin, jinên ku tên qetil kirin, di oxira talanê de xwezaya ku tê xirabkirin, beşa civakê ya ku tê perçiqandin û kesên ku di bin sextiyan de têkoşîneke yekbuyî pêwîste.