AMED – Kemal Kurkut di sala 2017’an de di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Derbarê polîsê kujer ê bi navê Y.Ş. doz hatibû vekirin. Rûniştina 12’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 7’emîn hate kirin.
Heyeta dadgehê di rûniştina dozê de derbare polîsê kujer Y.Ş. biryara beraatê da û ji bo tespîtkirinê jî biryar da ku li ser 72 polîsên giliyê sûc were kirin.