SILÊMANIYÊ – Di pêşengiya Jinên Ciwan ên Tekoşer de bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Liser Jinê li bajarê Silêmaniyê komxebatek were pêk anîn.
Di komxebata ku dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li dijî Jinê û pêngava “Em Nabêjin NA” ku ji hêla jinên ciwan ve hatî destpê kirin de, dê bandorên şîdeta li ser jinan, bi taybetî jinên ciwan, komkujiyên jinan, destavêtin û tundiya psîkolojîk li ser jinan û rêbazên têkoşînê werin nîqaş kirin.
Ev komxebat dê di 22 meha Mijdarê de li Silêmaniyê di seat 2’an de were pêk anîn.
Endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer bi vîdyoya ku amade kirine bang li hemû jinên ciwan kirin ku beşdarî komxebatê bibin.