NAVENDA NÛÇEYAN – Hate diyarkirin ku ciwanê Kurdistanî û aktivîst Bilêse Omer ê Başûrê Kurdistanê ku li paytexta Swêdê Stockholmê dijiya, hatiye kuştin.
Hate ragihandin Omer li odeya xwe ya ku li Otela Sheraton a li Stockholmê dima, mirî hatiye dîtin.
Têkildarî mirina ciwanê Kurd çavkaniyên polîsên Swêdê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.
Hate gotin ku wê li Nexweşxaneya Karolînska otopsiya cenazeyê Omer bê kirin.