STENBOL- Di derheqê îlankirina Yekitiya Meclîsên Ciwana de endamê YDG Volkan ATMACA û endama DÖP ê Esra YEŞİLOVA ajansa me re axivîn û gotin: Li hember faşîzma AKP-MHP ê rêxistinkirina tekoşîna ciwana ya yekbuyî û pêşerojeke azad înşa kirin erka wan ya bingehîn e.
Endamê Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) Volkan ATMACA got ku: “Dewlet 5 salên dawî de di nav erîşkirineke cîdî de ye. Dixwaze pêşiya hemû lêgerînên mafan bigre. Li beranberê vê mezinbuyina pirsgirêkên ciwana jî berdewam dike. Li hember van pirsgirêkan wek ciwan, lêgerînên me yê çareserkirinê û holê rakirina van pirsgirêka jî didome. Bi esasî em wek însanên çok danaynin îro Yekitiya meclîsên ciwana ava dikin. Heta ku pêşerojeke azad û wek hev em înşa bikin emê di pêşengtiya Yekitiya Meclîsên Ciwana de tekoşîna xwe bidomînin.”
Endama Yekitiya Şagirtên Şoreşger (DÖP) Esra YEŞİLOVA jî diyar kir ku: “Li dijî faşîzma AKP-MHP ê yekitiya tekoşîna ciwana rêxistinkirin erka esasî ya tevgerên ciwana ye û ji xwe jî bi berpirsyariya vê yekê ve tevdigerin û ji bo vê jî gava yekitiya ciwana înşakirinê avêtine. Li dijî faşîzmê tekoşîna yakitiya ciwana îro zanîngeh, dibistanên seretayî, kolan û meydanan de bilind dibe.” YEŞİLOVA berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îro li dijî faşîzmê em ji gelek qadan de ji hev re dimeşin û ev meş yê li vir şunde jî berdewam bike. Ciwan dinamîkeke tekoşîna civakî ya girîng e. Em jî dixwazin vê dînamîka ciwana û tevgera civakê bigihînin hevdu û vê tekoşina girîng ya civaki di ve şêwazê rêxistin bikin. Wek ciwana ew erka ku dikeve li ser me em dixwazin pêk bînin.