BEHDÎNAN – Gerîllayên HPG’ê bangawaziya tevahî ciwanan kirin û gotin ku: “Tevlîbûna refên gerîla erk û berpirsyariyeke dîrokî ye.”
Gerîlayê HPG’ê Tekoşer Serhed bangawaziya ciwana kir û got ku: “Tevahî ciwanên me yên hêja, tevahî ciwanên me yên sosyalîst û demokrat. wek tê zanîn ku ev demeke dirêje dijminên dagirker şerekî psîkolojîk û şerekî taybet dide meşandin. Erîşên ku di aliyê çeteyên hukumeta AKP-MHP ê ve li ser Heftanîn hatiye destpêkirin, divê bê zanîn ku ewê di pêşengtiya Esmeran de û qehremanên Cenga Heftanîn de cihên xwe digrin de yê were şikandin. Ji ber vê yekê divê ciwanên me yên demokrat, sosyalîst û welatparêz herkes qada ku tê de ye bersiv bidin van êrîşan. Bangawaziya me ewe ku çi dibe bila bibe, divê tu kes li hember van êrîşan bê deng nemîne. Ji ber vê yekê tevlêbûna gerila dibe bersiveke berxwedanî azadî û serkeftinê. Dîsa li hember van erîşan her qadê Kurdistan û metropolan de divê ciwan tekoşîneke bi rihê Apocî bimeşînin. Em dibêjin ku vê demê de tenê şerê çekdarî na çalakiyên sivîl yên bê îtiatiyê jî pêwîstin û yê dawiya deshilatdariya AKP-MHP bîne û evê jî bibe sedema azadiya Serokatî. Azadiya Serokatî azadiya Kurdistane, azadiya Serokatî azadiya tevahî gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê gere mirov layiqê berxwedana Heftaninê bibe û her cihê bixe qada şer. Ger wisa nebe bindestiyê xelas buyin ne mumkun e. Azadî azadî azadî…
Gerîllayê HPG’ê Tolhildan Zagros jî diyar kir ku: “Hemû ciwanên kurdistanê yên ku tekoşîna azadiyê û berxwedana Cenga Heftanîn dişopînin bila bizanîbin ku tu serkeftin bê tekoşîn nabe, emê tekoşîn bikin û serbikevin. Ji ber vê jî gere ciwanên Kurdistanê berê xwe bidin Heftanînê û tevlî tekoşînê bibin. Wisa emê dijmin Heftanîne derxin û serbikevin.”
Laleş Rênas