SILÊMANIYE –Takviyeyên çeteyî yên PDK’ê li hember qadên gerîla ji aliyên ciwanan de nayên qebûlkirin. Taybet gotinên wan yên wek “PKK Başûr de dagirkere” û hwd, ciwan li hember vê ketin tevgerê. Li Kelharê gelek cihên girîng de ciwanan li hember van polîtîkayên qirêj yên PDK alên PKK’ê daliqandin.
Di aliyê din de ciwanan ji bo meşa ku sibehê li Teqteq’ê ber bi Garê bê kirin belavok belav kirin. Ciwanan gel ji bo meşa dirêj bangawaziya tevlêbûna gel û ciwanan kir û diyar kirin ku ewên tu carî van politikayên PDK’ê qebûl nekin û heta dawiyê li hember van politikayan bertekên xwe nîşan bidin.