NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn agahî parve kirin.
HRE’yê wiha diyar kir: “Li hemberî qirkirin û asîmîlasyona ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê me yê Efrînê dimeşîne, çalakiyên me yên tolhildanê berdewam dikin.”
HRE’yê destnîşan kir ku 3 çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistine û ev agahî dan: “Roja 11’ê Mijdarê li gundê Erebwêran ê navçeya Şera hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî birîndar bû.
Roja 12’ê Mijdarê li gundê Erendê yê navçeya Şiyê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Roja 18’ê Mijdarê li herêma Efrînê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 5 çete hatin kuştin. Wesayitek hat îmhakirin.”
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê li hemberî dagirkeran çalakiyên HRE’yê yên tolhildanê bênavber berdewam bikin.