STÛTTGART – Bi dirûşma “Li dijî tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê; bi hev re serhildan” ciwanan saet di 19:00 de du çalakî pêk anîn. Çalakiya destpêkê li trenên nava bajêr bû, ku ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan al hildan.
Ciwanan di hundirê trenan de belavokên li ser daxwaza xwe xwendin û li dijî faşîzma dewleta Tirk dirûşm qîriyan.
Ciwanan her wiha afîşên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li gelek deverên bajêr daliqandin.
Aktîvîstên TÊKO-JIN û TCŞ’ê êvarê li dijî dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya pê re daxuyanî dan.
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo meşa 5’ê Kanûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stûttgartê pêk were banga tevlîbûnê hate kirin.