STENBOL – Parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtî, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol bi boneya ku sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêber Apo, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2-22’ê yê gulana 2019’an, di 12-18’ê hezîrana 2019’an û di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin li Îmraliyê pêk anîbûn.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23’yê îlonê de bi boneya ku Rêber Ocalan di sala 2009’an de “Nexşerêya” xwe şandine Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzeran.