SILÊMANÎ – Jinên Ciwanên Têkoşer li kolanên Silêmaniyê di çarçoveya pêngava “Em Dibêjin NA” de û bi wesileya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, wêneyên jinên ku li her hêlên Kurdistanê ji aliyê feraseta desthîlatdar a mêr hatine qetilkirin li dîwaran ve boyax kirin.
Jinên Ciwan bi şiyara “Na ji Tundiyê re” li gelek kolanên SiLêmaniyê wêneyên Jinên ku hatine qetilkirin boyax kirin. Endamên Jinên Ciwan Têkoşer daxuya kirin ku ew vê çalakiya xwe diyar tevahî jinên hatine qetilkirin dikin.