BEHDÎNAN – Ez kurdistanim, dimeşim û digerim parazvanim, car li bilindîye Cûdîyê Mirada, car jî li ser singa dayîka Besta dilorînim, diqerim, dibêjim seydiko seydevano, pêlê dengê min xwe tavêjin zinarê Herekola Mîra, digihêjin rêze zinarê Katoye, û tê bilindayî ye warê evînê Kela Memê, ez Kurdistanim.
Zozanim warjiyanim, şîr didim, jîn didim, hêvî didim, baranim bar giranim, ez Kurdistanim.
Dibarim ser xaka pîroz, di herikin gelî û mesîla, tênim bahara dewlemend, xwe berdidim dibin Hêzil, Dîcle, Firat û Botan, di xemilînim ji kûlîlkê pir rengî, Dermandikim birîna hezar sala û êvîna nîvcomeyî, ez Kurdistanim.
Ez geş dikim daristana xwe, coş didim rêhevalê xwe û bêpar nahêlim hêvîye gelê xwe, deng xweşim dilovanim, rêzanim, meşvanim, Ez Kurdistanim.
Mertalim, nobedarin, tirs û xofa neyarim, xudyê cenga giranim, lêdixim belav dikim, zilmdarîyê bindixim, rêke wêrekbûn û serfirazîyê nîşandidim, ez Kurdistanim.
Cardin bi melodîye kur û dur a seydiko seydevano xwe dighênim gel û hevalê pêşeroja xwe, ez Kurdistanim.
Ez Canfeda me li ser xaka pîroz, ji bo azadîye welat û gelê xwe, di çênim tovê berxwedanê û bilind dikim ala azadîye Kurdistan, ez Canfedayê Kurdistanim…