NAVENDA NÛÇEYAN – Wê îro ciwanên Kurd ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava yên li Başûrê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Ji şer re na, ji yekîtiya netewî re erê’ dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ber bi herêma Garê ve bi meşiyan, lê Asayîşa Teqteq (Asayîşa YNK’ê) bi ser çalakiya ciwanan de girt û nehişt ciwan meşa xwe destpê bikin. Asayîşê dest danî ser kamerayên ajansa me û yên hinek saziyên din yên ragihandinê.
Ciwanên her çar parçeyên Kurdistan yên li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihandibûn ku ewê dijî siyaseta şerxwaz ya PDK’ê di 20’ê Mijdarê de berê xwe bidin Herêma Garê.
Bi dehan ciwan îro li bajarokê Teqteq ya ser bi navçeya Koye a Hewlêrê kombûn û xwestin ber bi Herêma Garê ve bimeşin.
Lê Asayîşa YNK’ê beriya ku meş destpê bike bi ser koma ciwanan de girtin û rê nehiştin ciwan bimeşin.
Asayîşa YNK’ê di heman demê de dest danîn ser kamêreya ajansa me, yên ajansên Rojnews, ANF, televziyona Aryen Tv, Stêrk Tv jî. Asayîş nehêla rojnameger nêzî çalakiya ciwanan bibin, ji ber vê jî agahî, dimên û wêne dereng digihêjin destê me.