TEQTEQ – Ciwanên Kurd ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava yên li Başûrê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Ji şer re na, ji yekîtiya netewî re erê’ wê îro dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ber bi herêma Garê ve bimeşiyan, lê Asayîşa YNK’ê bi ser çalakiya ciwanan de girt û nehişt ciwan meşa xwe destpê bikin. Asayîşê dest danî ser kamerayên ajansa me û yên hinek saziyên din yên ragihandinê.
Piştî ciwan hewl dan ruxmê astengiyên îxanetkar meşa a ji bo Yekîtiya Gelê Kurd bidin destpê kirin, asayîşa YNK’ê ew binçavkirin û bi otobuskê ew dibin cihekî ku nayê zanin.