TEQTEQ – Ciwanên Başûrê Kurdistan îro hewl dan ruxmê astengiyên îxanetkar meşa a ji bo Yekîtiya Gelê Kurd bidin destpê kirin, lê asayîşa YNK’ê ew binçavkirin. Piştî ciwan hatin berdan derbarê îxanetkariyê daxuyanî da.
Di daxuyaniya ciwanan de derbarê bûyera îro ev agahî hatin dayin: “Îro me xwest em li dijî polîtîkayên PDK’ê yên şerxwaz meşek dirêj ber bi Garê bidin destpê kirin. Helwesta me li dijî siyaseta şerxwaz û ji bo Yekîtiya Gelê Kurd e. Bi vê armancê me xwest em bimeşin, lê asayîşa YNK’ê helwestek îxanetkar raber kir û nehişt em bimeşin, li ser vê me binçavkirin. Piştî asayîşa YNK’ê me ji bajarokê Teqteqê derxistin, em serbest berdan. Em dûbare dikin ku em ê di helwesta xwe de îsrar bikin. Em li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê bisekînin, em ê hertim ji bo Yekîtiya Gelê Kurd têkoşîn bikin.”