TEQTEQ – Ciwanên Kurd ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava yên li Başûrê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Ji şer re na, ji yekîtiya netewî re erê’ dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ber bi herêma Garê ve bi meşiyan, lê Asayîşa YNK’ê bi ser çalakiya ciwanan de girt û nehişt ciwan meşa xwe destpê bikin. Asayîşê dest danî ser kamerayên ajansa me û yên hinek saziyên din yên ragihandinê. Asayîşê bi helwesta xwe a îxanetkar ciwanan binçav kiribû. Piştî ku ciwanan ji Teqteqê derxistin ew serbest berdan.
Nûçegihanê me Bahoz Cudî agahiyên dawî yê ji meşa dirêj a Ciwanên Başûr ku ji aliyê asayîşa YNK’ê hatibû asteng kirin ragihand.