NAVENDA NÛÇEYAN – Bandorên yekbûyına ciwana berdewam dike. Rojên ku derbas bûn de ciwana bi civînekî ve yakbuyina xwe îlan kirîbûn. Di derheqê vê yekbuyinê de endamê DEV-GÜÇ’ê Bekîr ACAR û …. ajansa me re axivîn. Ciwana waha got.
Endamê DEV-GÜÇ’ê Bekir Acar daxuyakirin ku ew ê bi wesîleya avakirina Meclîsa Yekbûyî a Ciwanan riyên girsebûyînê bicerîbinin û ev tişt got: “Li kêlaka rêxistinkirina girseyî em ê bi têkoşîna xwe a rewa ya milîtanî vê dorpêçê belav bikin, em bi vê bawerin. Em ê li hemberî vê feraseta ku li zanîngehên me, li qadên me yê jiyanê destûr nadin me, ku hewl didin me li qadên xwe de zindan bike, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.
Mazlum Duz jî waha got:
“Em wek Tevgera Xwendevanên Sosyalîst bi îdeolojiya xwe ve her tim berxwe didin û tekoşîn dikin. Lê dijminê metinger û dagirker bi faşizmeke pir mezin ve li ser me de tê. Ji bo vê em dixwazin tekoşîna xwe mezin bikin. Ji ber vê jî em dibin yek û tekoşîna xwe mezin dikin û vê şeklê dijmin bin dixînin. Eger em wisa bikin em dizanin emê serbikevin. Bi herkesî re û bi her cihê de ger em bibin yek emê teqez serbikevin.”