CELLE – Endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) ji bo ku balê bikişînine ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Celle ya Elmanyayê pankart daleqandin.
Di çalakiyê de ya bi çarçoweya kampanyaya “Em dibêjin NA”, li gelek cihên navenda bajêr pankartên bi nivîsa, “Em ji pergala êşkenceyê re dibêjin, na, ji Ocalan re azadî”, “Dema azadbûna Abdullah Ocalan” û posterên Ocalan hatin daleqandin.