NAVENDA NÛÇEYAN – Propagandayên qirêj û derewîn yê dewleta Tirk li hember PKK’ê roj nîne ku vala dernekeve. Piştê ku damezirandina PKK’ê heta roja îro îftîra nema ku TC’ya faşist xwest li ser PKK bar bike.
Lê dijî ewqas qirêjî û îftîrayan jî PKK’ê her roj xwe mezintir kir û îro Rojhilata navîn de hêza herî diyarde ye. Tevlêbûna refên gerîla êdî çar parçayên Kurdistanê ve sînordar namîne û gelek netewan hezaran ciwan berê xwe didin çiyayên Kurdistanê.
Taybet demên dawî de dewleta dagirker ya Tirka propagandaya “Êdî kes tevlî PKK nabe, PKK diqede” dixwaze pêş bixe.
Dîsa PDK’ya ku hevkariya dewleta Tirk dike ji demên dawî de propagandaya “PKK rêxistineke Bakûriye, Başûr de çi karê wî heye…” dike.
Li gor lêkolîna ROJ NEWS’ê heta naha 976 ciwanê başûrî refên PKK’ê de şehîd bûne.
Ev nûçe dide xuya kirin ku PKK rêxistineke bakûrî na rêxistineke netewî û ji bo hêviya gelê cîhanê navnetewî ye.
Ev nûçe ji bo propagandayên TC û PDK’ê derba herî bibandore…