BERN – Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Swîsreyê konferansa xwe ya yekemin pêk anîn. Konferansê di şexsê Şehîd Rûmet Hêvî Şoreş de ji bo bîranîna hemû şehîda deqekî rêzgirtinê ve dest pê kir.
Şîyara konferansê, “Ji Bo Azadiya Serok APO Bi Hev Re Serhildan” hatibû diyarkirin. Endamê Rêvebiriya KCKê Mustafa Karasu jî peyamek ji konferansê re şand û ciwan silav kir.
Di konferansê de êrîşên kapîtalîzmê li ser ciwana û li hember vê tekoşînê de rola ku dikeve li ser milê ciwana hate nirxandin û bernameya çalekiyên pêşerojê hate diyarkirin.
Herî dawî konferans temaşekirina sînevîzyonê û diruşmeyên “Bijî Serok APO”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bi Hev Re Serhildan” ve dawî bû.