PARÎS – Konferans bi şîara “Ji Bo Azadîya Rêber APO, Bi Hev Re Serhildan” ve paytexta Fransayê Parîsê pêk hat.
Cihê wek Marsilya, Draguignan, Bordeaux, Toulouse û Paris’ê de gelek delege tevlê konferansê bûn û salona konferansê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şehîda, PKK, KCK û TCŞ’ê daliqandîbûn.
Ji bo bîranîna şehîdan deqekî rêzgirtinê ve konferansê destpê kir.
Konferansê de peyama endamê Rêvebiriya KCK’ê Mustafa Karasu jî ya ku ji bo ciwanên Êwropa axiviye hat temaşekirin.
Bandorên kapîtalîzmê li ser ciwana û li hember ve rol û misyona ku dikeve li ser milên ciwana jî hate nirxandin.
Herî dawî ji bo giştî Fransayê meclîseke 21 kesî ve pêk tê hat hilbijartin û berdevkên wî hatin diyarkirin.