NAVENDA NÛÇEYAN – Bi Hevkariya MİT-PDK’ê ve pergala cerdevantiyê ya ku tê xwestin were avakirin deşifre bû.
Başûrê Kurdistanê de cerdevantiya ku avakirina wê tê xwestin di bin navê Hêzên Parastina Petrolê de tên rêxistinkirin.
Başûr de pergala cerdewantiyê
Başûrê Kurdistanê de hevkariya MİT û PDK’ê de li dijî gel helwesteke dijminahiya kûr der tê holê. MİT’a Tirk gelek saziyê sîvîl ên Başûr xistine bin qontrola xwe û sîxûriyê dixwaze di nav gel de bide pêşxistinê.
Demên dawî de bi dîrektîfên TC’yê ve PDK dixwaze gundan de pergala cerdewantiyê bide avakirinê. Agahiyên ku hatin girtin de diyar bû ku PDK’ê ev xebatên xwe taybet herêma Behdînanê pêş xistiye û Çemçoyê de ji di nava tevgerê de ye. Çavkaniyê me yên ku bi ewle diyarkirin ku PDK gund bi gund digere û bi nava dinivîse.
Armanca PDK’ê avakirina vê pergalê ve êrişên li dijî PKK xurtkirine. Ev pergala tê xwestin ku di bin qontrola MİT’ê de were ava kirin dişibe pergala cerdewantiya Bakûr. Pergala ku di bin navê Hêza Parastina Petrolê de tê xwestin ku were avakirin yê heman demê de rola Îstşxbaratê jî bilîze.