4’ê Nisanê 1949:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gundê Amara yê Navçeya Xelfetî ya Rihayê hate dinê. Navê dayîka wî Uweyş, navê bavê wî Omer e. 4 ji wan keç bi giştî 7 zarokên malbatê hene. Serokatî zarokê 4’emîn a malbatê ye. Ji wî mezintir 3 xwûşkên wî hene. Zarokatiya wî li gundê Amarayê derbas bûye. Dibistana seretayî di navbera salên 1957-1962’an de li gundê Cibînê xwendiye. Dibistana navîn di navbera salên 1962-65’an de li Nîzîpê, lîseyê jî di navbera salên 1965-69’an de li Lîseya Pîşeyî ya Tapu Kadastro ya Enqereyê xwendiye. Li gund zêdetir di bin bandora olê de çandeke civakî hatiye girtin. Dema li Lîseya Pîşeyî ya Tapu Kadastro ya Enqereyê xwendekar e fikrên sosyalîst nas dike.
Payîz 1969-Havîn 1970:
Rêber Abdulah Ocalan li ser xeta Amed-Peyas-Erxeniyê salekê karmendiya tapu kadastroyê dike. Piştî Riha û Enqereyê bajarê navendî yê Kurdistanê, Amedê jî nas dike. Li vir fikrên azadiya Kurdan nas dike.
Sala Serdema Perwerdehiya 1970-1971:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kete Fakûlteya Hiquqê ya Zanîngeha Stenbolê û li vir salekê xwend. Piştî Riha, Enqere û Amedê Stenbolê jî nas kir. Bû endamê Ocaxên Çanda Şerqî ya Şoreşgerî (Devrîmcî Doğu Kültür Ocakları) û tevlî xebatên wê bû. Mahîr Çayan û hevalên wî li Stenbolê nas kir û bû sempatîzanên wan.
12’ê Adarê 1971:
Li Tirkiyeyê derbeya leşkerî çêbû. Serokatiya Fermandeya Giştî muhtira da û Hikûmeta Silêman Demîrel hate xistin. Di bin Serokatiya Wekilê CHP’ê Nîhat Erîm de hikûmeteke taybet ê ji teknokratan pêk tê hate avakirin. Vê hikûmetê ji bo perçiqandina hêzên azadixwaz, demokrat û sosyalîst di bin navê ‘Hereketa Balyozê” de bernameyekê xiste meriyetê û kontrgerîla bi kar anî. Di pêvajoya derbeyê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Stenbolê xwendekar bû.
Sala Serdema Perwerdehiya 1971-1972:
Rêber Abdulah Ocalan mafê derbasbûna Fakûlteya Zanistên Siyasî yên Zanîngeha Enqereyê bi dest dixe û derbasê vê zanîngehê dibe. Bi vî awayî piştî 2 salan dîsa tê Enqereyê, paytexta TC’ya dagirker.
30’ê Adarê 1972:
Rêberê Eniya-Partiya Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (Türkiye Halk Kurtuluş Partisi-Cephesi) Mahîr Çayan û neh hevalên wî li gundê Kizildereyê yê Tokat-Nîksar a Behra Reş ji hêla Artêşa TC’yê ve hatin qetilkirin. Ji bo astengkirina darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî sê teknîsyenê biyanî girtibûn. Ji qetlîamê bi tenê Ertugrul Kûrkçû xilas dibe û tê girtin.
7’ê Nîsanê 1972:
Bi armanca şermezar kirina qetlîama Kizildereyê li SBF`ê (Fakûlteya Zanistên Civakî) boykot hate kirin û belavok hatin belavkirin. Yek jî pêşengên çalakiyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di çalakiyê de hate girtin. Qasî 7 mehan di Girtîgeha Mamakê de ma.
6’ê Gulanê 1972:
Rêberên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (Türkiye Halk Kurtuluş Ordusu) Denîz Gezmîş, Hûseyîn Înan û Yusuf Aslan li Enqereyê hatin darvekirin. Di vê demê de Rêber Abdulah Ocalan li Girtîgeha Mamakê girtî bû.
24’ê Cotmehê 1972:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji ber kêmbûna delîlan serbest hate berdan. Dema ji girtîgehê derdikeve, li ser esasê pêşniyara hevalê xwe yê ji Behra Reş, bi navê Sadrî diçe mala Hakî Karer û Kemal Pîr yê di navbera Emek û Bexçelîevlerê de dîmîne. Êdî tu caran ji hev qut nabin. Rêber Abdulah Ocalan nêzîkê du salan li vê malê ma û kar kir. Li ser vê bingehê Zayîna Ewil a Rêbertiyê pêşket. Rêber Abdulah Ocalan tespîta xwe ya “Kurdistan di bin mêtîngeriyê de ye” li vir kir. Vê fikrê cara destpêkê dema bi Hakî Karer re parve dike ji ser hişê xwe ve diçe.
Piştî Newroza 1973:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi pêvajoya bihara Newrozê re, li qeraxa Bendava Çûbûkê yê av dide Enqerê, bi şeş xwendekarên Kurd ên zanîngehê re civîn kir. Ev dendika ewil a rêxistinbûna PKK yê. Ji vê komê re jî tesbîta xwe ya “Kurdistan di bin mêtîngeriyê de ye” dibêje. Bi vî awayî cara ewil xebata komî dide despêkirin. Di civînê de ji bilî Rêbertî, Alî Haydar Kaytan, ji Dêrsîmê Musa Erdogan, ji Hîlvanê Mustafa Aksakal, Ji Elezîzê Halîl Aslan û ji Vartoyê Îsmaîl Bîngol hebûn. Seranserê sala 1973’an wekî komeke wiha ya Kurdistanî di nava xwendekarên zanîngehê de xebatên propaganda-ajîtasyonê hatin meşandin. Ji bilî Alî Haydar Kaytan yên din ji komê yek bi yek qut bûn.
18’ê Gulanê 1973:
Rêberê Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) Îbrahîm Kaypakaya li Dêrsîmê bi birîndarî hate girtin, li Zindana Amedê bi îşkenceyê hate qetilkirin. Di vê pêvajoyê de Rêber Abdulah Ocalan li Enqereyê xebata rêxistinkirina komê dabû destpêkirin û vê xebatê dimeşand.
Çile-Nîsan 1974:
CHP di hilbijartina 14’ê Cotmehê ya 1973’an de dibe partiya yekemîn. Bi partiya Necmetîn Erbakan MSP’ê re hikumeta koalîsyonê ava dike. Ji girtiyên siyasî yên bi derbeya leşkeri ya 12’ê Îlonê hatine girtin re efûya giştî derdixînin. Hejmareke zêde rêxistin û kadroyên şoreşger ji zindanan derdikevin û ji nû ve pêvajoya xwe rêxistinkirina hêzên şoregerî pêşket. Di 8`ê Nîsana 1974’an de bi encama nîqaşên hatine meşandin û civîna di asta konferans de pêkhatiye talimatname û bernameyeke hevpar derkete holê, rêveberiyeke hevbeş hate diyarkirin. Wekî fermî jî li Komeleya Perwerdeya Bilind a Demokratîk yê Enqereyê (ADYOD) ku ji hêla ciwanên Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê ve di destpêka sala 1974’an de hatiye damezrandin meşandina xebatan tê esas girtin. Rêber Abdulah Ocalan pêşengtiya xebatan kir û Hakî Karer jî di nav rêveberiya komeleyê de cihê xwe girt.
1’ê Cotmehê 1974:
Dema zanîngeh vedibin, ADYOD li Enqereyê ji deh hezarî zêdetir belavok belav dike. Di navbera faşîst û ciwanên şoreşger yên belavok belav dikin de pêvçûn çêdibin. Divê çalakiyê de Rêber Abdulah Ocalan erkê xwe bi serkeftî pêktîne û rêveberên din ên komeleyê rexnedayîn didin.
4’ê Kanûn’ê 1974:
ADYOD ê ku çalakiyên aktif ên ciwanan dimeşîne ji hêla polîsan ve bi biryara hukûmetê tê girtin, 162 ciwan di serdegirtina komeleyê de têne binçav kirin, sê rojan li qereqolê di bin çavderiyê de dimînin û pişt re têne girtin. Hefteyekê di Zindana Mamakê de dimînin. Di nava girtiyan de Rêber Abdulah Ocalan û Alî Haydar Kaytan jî hene.
Çile 1975:
Li şûna ADYOD’ê Komeleya Perwerdeya Bilind a Enqereyê (AYOD) hate damezrandin. Koma “Kovara Riya Şoreşgerî” pişta xwe de hejmara delegeyên zêde û bi vî rengî di reveberiya AYOD’ê de bi tena serê xwe cih girt. Rêber Abdulah Ocalan vê nêzîkatiya teng, sosyal-şoven rexne kir û ji ber vê tevlê xebatên komeleyê nebû. Di nava ciwanên xwendekarên Enqereyê de xebatên xwe rêxistinkirinê meşand. Xebatên li ser esasê propaganda, civîn, perwerde, lêkolînên teorik dihatin meşandin encam dan û ji derve ve ev kom wekî koma “Apociyan,” hate nasîn, ji xwe re jî digotin “Şoreşgerên Kurdistanê,” bi vî awayî koma îdeolojîk a destpêkê ya PKK çêbû.
6’ê Gulanê 1975:
Bi erêkirina Amerîkayê jî dewletên Îran û Iraqê li Cezayîrê bi peymanekê dawî li şer anîn. Beramberê tawîzên rêveberiya Iraqê, dewleta Îranê jî dev ji piştgirî dayîna PDK`ê berda. Ji ber vê Rêveberiya Mesut Barzanî ‘aşbetal’ îlan kir û vekişiya Îranê. Celal Talabanî û hevalên wî jî YNK’ê damezrandin, lê YNK’ê nekarî li Başûrê Kurdistanê bimîne, ji ber vê di pêvajoya 1976-77’an de xwest li ser Botanê re derbasê Suriyeyê bibe. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên rêxistinkirina komeke nû ya şoreşgerî zêde dikir, bi vî hewildanê dixwest bandora şikestina Başûrê Kurdistanê ji holê rake û berxwedana Azadiya Kurdistanê bi xisleta (karakter) serkeftinê tacîdar bike. Di vê çarçoveyê de Rêber Abdulah Ocalan di nava sala 1975’an de li Bakurê Kurdistanê bi hemû kom û rêxistinên Kurdistanî re hevdîtinan kir, ji van rêxistin û koman xwest ‘li ser esasê eniyeke hevpar kar bidin meşandin û xwe rêxistin bikin.’ Lê ev pêşniyar ji hêla hemû rêxistin û koman ve hate red kirin. Li ser vê esasê koma Apoyî, bi armanca ku bibe partî, wekî kom pêvajoya biryara vegera welat pêşxist.
…Çile 1976:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li Enqere Dîkmenê li mala xwendekarên Sîverekî (Girê sor) civîna nirxandina xebatên salekê dike. Qasî 20 berendamên kadro tevlê civînê dibin. Tê diyarkirin ku xebatên li Enqereyê encam dane, lazim e daneheva şoreşgeriya derketiye holê ber bi Kurdistanê ve bê birin, biryara çûyîna Kurdistanê tê girtin. Ji xeynî vê ji bo fermiyeta komê wekî gaveke pêş Hakî Karer û Kamer Ozkan erkê cîgirtiya Rêber Abdulah Ocalan digirin. Bi vî awayî wê Koma Apoyî ji hêla sê kesî ve bihata kordînekirin.
18’ê Gulanê 1976:
Xwendekarê Zanîngeha Hacettepeyê, sempatîzanê komê Fevzî Aslansoy ji hêla faşîstan ve li nêzîkê zanîngehê tê qetilkirin. Rêber Abdulah Ocalan cenazeyê bi destê xwe bi xwe dibe Pirsusê, bi tevlêbûna 10 hezar kesan merasîma cenazeyekî mezin tê kirin. Di cenazeyê de cara yekemîn dirûşmeyên “Bimre Mêtîngerî” û “Bijî Serxwebûn” hatin avêtin û pankartên wî hatin rakirin; li ser vê esasê belavok hatin belavkirin û bi cendirme re pêvçûn çêbûn. Ev merasîm yekem çalakiya girseyî ya koma Şoreşgerên Kurdistanê bû û bi vî awayî vegera welat li ser bingehekî şoreşgerî pêşketibû. Çalakiyê li derdor bandoreke mezin kir. Di vê çalakiyê de rêheval M. Hayrî DURMUŞ, Kemal PÎR û Mustafa Gezgor jî di navê de nêzîkê 40 şoreşger hatin girtin, ew birin Zindana Amedê. Li ser vê esasê zindan jî bû qada propagandayê.
3’yê Tîrmehê 1976:
Alî Doxan Yildirim ê li Enqere Tuzluçayirê tevlê komê bibû, ji ber qeza şehîd ket. Cenzaye wî birin Dêrsîmê, cihê lê dayîk bûye. Şehîdê ewil ê komê ye, ji ber vê ciheke cuda girt.
31’ê Kanûnê 1976- 1’ê Çileyê 1977:
Li mala Pîlot Necatî Kaya ya li Enqere Dîkîmevî, civîna nirxandina xebatên salekê hate kirin. Ev civîn ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hate rêvebirin. Seranserê sala 1976’an, li herêmên cuda yên Kurdistanê encamên xebatên hatine meşandin erênî hatin ditîn, bi navê “Yekîtiya Ciwanên Şoreşgerên Kurdistanê” biryara mezinkirina xebatan hate girtin.
7’ê Adarê 1977:
Li Dêrsîmê endamê Koma Apoyî, xwendekarê lîseyê Rêheval Aydin Gul ji hêla endamên koma bi navê “Rizgariya Gel” ve hate şehîd xistin. Bûyerên wiha li dijî xeta sosyal-şoven têkoşîna bîrdoziyê pêşxist, mezin kir.
Adar-Gulan 1977:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, roja 12’ê Adarê li cihê Yekîtiya Endezyar û Mîmarên Enqereyê dest bi civînên kadro kir, pişt re li herêmên cuda yên Kurdistanê van civînan domand. Civîn li qadên Elezîz, Dêrsim, Çewlik, Serhed, Amed û Dîlokê çêbûn. Di her civînê de qasî 50-80 kadro û berendamên kadro cihê xwe digirtin. Di civînan de Rêber Abdulah Ocalan, bi awayekî nîzamî xeta polîtîk-bîrdozî û asta çarçoveya teorîk a komê ji kadroyan re wekî semîner nirxand. Civîna herî dawî û herî mezin di hefteya destpêkê ya meha gulanê de li Dîlokê kir û vegeriya Enqereyê.
1’ê Gulanê 1977:
Li Taksîma Stenbolê kontrgerîla êrîşê pîrozbahiyên Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kir û qetlîam pêkanî. 34 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes jî birîndar bûn. Di nav van endamên kontrgerîla de kujerê Hakî Karer, Alaattîn Kapan jî heye, ev ji hêla çapemeniyê ve hate nivîsandin.
18’ê Gulanê 1977:
Rêber Abdulah Ocalan ji bo Şoreşgerê mezin Rêheval Hakî Karer ku li navçeya Ulubey a Orduyê hatiye dinê, got “wekî rihê min ê veşartî bû,” ev şoreşger ji hêla koma provakator-sîxûr “Stêrka Sor” ve bi êrîşekî plankirî hate qetilkirin. Di destpêka Hezîranê de polîs li Tuzluçayirê li ser mala Mustafa Karasu de girt, Rêber Abdulah Ocalan plana li Tuzluçayirê hatibû çêkirin bi sekna xwe vala derxîst. Kemal Pîr roja 3’yê Hezîranê li Enqereyê bi çek hate girtin. Di esas de MHP`ê dixwest li ser bingehê hedef girtina pêşketinên li Kurdistanê û di nava artêşê de xwe spartina bi hêzêkê derbeyeke faşîst pêş bixe. Lê derbe vala hate derxistin. Koma Apoyî peyama ji hêla dewletê ve hate dayîn fêmkir, êdî biryar hate girtin ku her cûre xebat li ser esasê parastina cewherî bê meşandin. Rêber Abdulah Ocalan ji bo qetilkirina Hakî Karer got “Me wisa hîskir ku ji ser serê me ava kelandî hatibe rijandin.” Rêber Abdulah Ocalan ji bo jiyanî kirina bîranîna Hakî Karer hem pêvajoya têkoşîna tolhildana şoreşgerî, hem jî pêvajoya partîbûnê da destpêkirin. Koma kûjer-kontrgerîlla hate cezakirin. Di navbera 1-11’ê Îlonê de Rêber Abdulah Ocalan li taxa Hoşgor a Dîlokê “pêşnûmeya(taslak) Programê” nivîsand.
21-22’yê Mijdarê 1977:
Li Amedê ji bo nîqaş kirina pirsgrêkên rêxistinbûnê û Pêşnûmeya Programê civînek hate kirin. Derdorê 20 kadro tevlê civînê bûn. Rêber Abdulah Ocalan dixwest xebatên rêxistinbûnê li ser esasê partîbûnê bêne pêşxistin, ji aliyê din ve Şahîn Donmez dixwest xebat di asta rêxistinbûna ciwanan de bê meşandin. Mazlum Doxan û hin heval piştgirî dan fikrên Rêber Apo. Gihîştin vê encamê ku heman nîqaş bi civînên wiha bêne domandin.
…Nîsan 1978:
Li Elezîzê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên partîbûnê careke din civîn hate kirin. Di vê civînê de girîngiya xebatên partîbûnê hate destnîşan kirin û wekî organa weşanê bi awayekî îllegal ji bo derxistina kovara “Serxwebûn” “Lijneya Weşanê” hate erkdarkirin. Hejmara yekemîn a Serxwebûnê di destpêka serê meha Cotmehê de hate derxistin. Di hejmara yekemîn de Manîfestoya Riya Şoreşa Kurdistanê hate weşandin.
15-22’yê Gulanê 1978:
Ji bo bîranîna Rêheval Hakî Karer “Hefteya Çalakiyê” hate îlan kirin. Rêbêr Abdulah Ocalan bi navê “Bîranîna Hakî Karer” broşûrekê nivîsand. Broşûr piştî hate redaktekirin di nava rêxistinê de hate belavkirin. Ji Serhedê bigire heya Stenbolê li her qadê afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin. Li dijî polîs û faşîstan çalakiyên çekdarî çêbûn. Li ser vê bingehê şoreşgerê mezin Rêheval Hakî Karer ji raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê re hate naskirin.
19’ê Gulanê 1978:
Li navçeya Hîlvan a Rihayê li dijî koma şoreşger yê afîşan dialiqand çeteyê Silêmanan û polîs-faşîst bi hev re êrîş pêş dixin. Di vê êrîşê de pêşengê ciwanên Hîlvanê, Rêheval Halîl Çavgûn tê qetilkirin. MHP’ya faşîst dixwest Rihayê têxe destê xwe û hemû derfetên dewletê jî di dest de bûn. Rêber Abdulah Ocalan di nirxandina pêşxist de, qala pêwîstiya pêşxistina têkoşînê, têkoşîna tolhildanêke bi bandor kir. Li ser vê esasê berxwedana parastina cewherî ya Hîlvanê ku tam şeş meh domand, destpêkir. Berxwedan ji pir merheleyan derbas bû, roja 27’ê Mijdarê çeteyê Silêmanan teslîm bûn, bi vî awayî berxwedan gihişt serkeftinê.
24’ê Gulanê 1978:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi Kesîre Yildirim re bi awayek fermî dizewice. Li ser esasê diyarkirin û pêşxistina xeta jiyana tevgera Apoyî lêgerînekî bû. Rêber Abdulah Ocalan vê têkiliyê hem ji aliyê hestiyarî ve hem jî wekî hêz dayîna jina herî destpêkê tevlî bûye, wekî yekitiya Başûr-Bakur, civakên Elewî-Sûnî jî girte dest. Destpêkê Kesîre Yildirim û malbata wê li dijî vê têkiliyê sekinîn, lê pişt re qebûl kirin. Lê Kesîre Yildirim, piştî zewacê hertim nêzîkatiyeke bi pirsgrêk û klasîk nişan da û li ser vê esasê têkiliya heyî veguhert têkoşînêke hertimî. Li dijî têkoşîna heyî Rêber Abdulah Ocalan ê bi xeta jiyana azad bersiv dide, destnîşankir ku ev têkoşîn jê re bûye perwerde û li dijî ferzkirina têkiliya klasik, azadiya jinê û xeta azadiyê pêşxistiye.
…Tîrmeh 1978:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li Amed, semta Şehîdlîkê Manîfestoya bi navê “Riya Şoreşa Kurdistanê” nivîsand û “têkoşînê li ser bingehê tundiya şoreşgerî li dijî kesayet, sazî û dezgeyên bûne sîxûr” wekî stratejiya têkoşîna pêvajoya partîbûnê diyarkir.
11’ê Tebaxê 1978:
Rêheval Kemal Pîr li navçeya Pazarcix, Nahiya Narliyê hate girtin.
26-27’ê Mijdarê 1978:
Li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê, Kongreya Damezrandinê çêbû, di vê kongreyê de Partiya Karkerên Kurdistan(Kürdistan Îşçî Partîsî)-PKK hate damezrandin. Ji 25 delegeyan 22 delege tevlê kongreyê bûn. Delegasyona Hîlvanê ku serkêşiya wê Mehmet Karasungur dikir ji ber pêvajoya girîng a li Xelfetiyê tevlê kongreyê nebûn. Di Kongreyê de 2 delegeyên jin hebûn. Kongreyê Program, Rêzikname û Manîfestoya ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hatiye nivîsandin pejirand. Pêvajoyê û mijarên di rojevê de nirxand. Ser taybetmendiyên bûyîna partiya fermî sekinî. Rêber Abdulah Ocalan wekî Sekreterê Giştî, Mehmet Karasungur û Şahîn Donmez jî wekî cîgirê wî hatin hilbijartin. Bi vî awayî Kongreyê, Lijneya Rêveberiya Navendî ya ji 3 kesî pêk tê diyarkir. Di rêziknamê de hejmara Komîteya Navendî 7 bû, ji ber vê Kongreyê erkê diyarkirina 4 endamên din jî da Rêber Abdulah Ocalan. Di nava şertên pir giran de Kongreya Damezrîner a PKK`ê bi serkeftî pêkhat. Kesên ku di Kongreyê de cihê xwe girtine wiha ne: Abdulah Ocalan, Mazlûm Doxan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Sakîne Cansiz, Seyfetîn Zoxûrlû, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, Abdulah Kûmral, Kesîre Yildirim, Hûseyîn Topgûder, Mehmet Cahît Şener, Bakî Karer, Resûl Altinok, Alî Çetîner, Ferzende Taxaç, Sûphî Karakûş, Şahîn Donmez, Mehmet Tûran, Alî Gûndûz, Farûk Ozdemîr û Abbas Goktaş.
13’ê Kanûnê 1978:
Piştî Kongreya Yekemîn, Rêveberiya Navendî civîna xwe ya yekemîn li Amedê kir. Encamên Kongreyê û pêvajo hate nirxandin. Ji ber meşandina xebatên leşkerî Mehmet Karasungur ji endamtiya Rêveberiya Navendî derket û vê erkê Cemîl Bayik girt.
19-24’ê Kanunê 1978:
Di çarçoveya projeya qirkirina Kurdbûna li Rojavayê Firatê ji hêla kontrgerîla ve li Gurgumê (Mereş) qetlîam hate kirin. Hedef li Gurgumê tinekirina Kurdên Elewî bû. Li ser vê esasê bi sedan mirov hatin qetilkirin, bîrîndar bûn û bi deh hezaran kes ji Gurgumê hatin nefîkirin(sûrgûn). Mal û kargeh hatin şewitandin. Ji ber vê Hikûmeta Bulent Ecevît 13 li Kurdistanê bi giştî li 16 bajaran îdareya orfî (sıkı yönetim) îlan kir. Rêber Abdulah Ocalan qetlîamê li dijî damezrandina PKK`ê wekî bersivdayîn girte dest û li ser vê bingehê diyarkir ku Dewleta TC’yê ketiye nava pêvajoya derbeyekî leşkerî ya nû, ji ber wê yekê pêwîst e hemû amadekarî li ser vê esasê, li dijî derbeyê bêne kirin. Ev destgirtin wekî broşûrekê bi navê “Li ser Qetlîama Gurgumê Nirxandin” hate amadekirin û di kovara Serxwebûnê de wekî hejmara taybet hate weşandin.
5’ê Çileyê 1979:
Piştî Kongreyê Komîteya Navendî civîna xwe ya yekemîn li Amedê kir. Rêber Abdulah Ocalan, li ser esasê rayeyê(yetkî) ku kongreyê dayê wekî endamên Komîteya Navendî, Mehmet Hayrî Durmuş, Mazlum Doxan û Bakî Karer diyar kir. Jixwe Cemîl Bayik ji berê ve hatibû diyarkirin. Komîteya Navendî bi sê endamên Rêveberiyê ku ji hêla Kongreyê ve hatibûn diyarkirin, giştî bi heft kesan civîna xwe ya destpêkê kir. Di civînê de li ser qetlîama Gurgumê hate sekinandin û rêxistinbûna partiyê û xebatên pratîkî yên bêne meşandin hatin plankirin.
1’ê Sibatê 1979:
Civîna duyemîn a Rêveberiya Navendî li Amedê hate kirin. Di civînê de biryar hate girtin ku Danezana(bîldîrge) Damezrandina PKK’ê bê amadekirin, remz û navê partiyê jî piştî vê civînê di civîna destpêkê de bêne destgirtin.
Sibata 1979:
Rêber Abdulah Ocalan, Li avahiya Gunaydin a Semta Ofîsê ya Amedê “Danezana Damezrandina PKK´ê” nivîsand. Danezan, ji hêla Komîteya Navendî ve hate redaktekirin. Destpêkê wekî namilke (broşûr) hate çapkirin û piştî destpêka Gulanê bi awayekî veşartî ji kadroyan re hate belavkirin, pişt re jî roja 30’ê Tîrmehê beşa bangawazî û rêgezên Danezanê wekî namilke ji gel re hate belavkirin.
5’ê Nîsanê 1979:
Komîteya Navendî ya PKK´ê civîna xwe ya duyemîn li avahiya Gunaydin a Semta Ofîsê ya Amedê kir. Rewşa siyasî û pêşketinên rêxistinî-pratîkî yên li Kurdistanê nirxand. Danezana Damezrandinê ya ji hêla Rêber Apo ve hatibû amadekirin pejirand û navê PKK´ê zelal kir. Van biryaran ji Yekeya Çapemeniya Navendî re şand. Wekî gaveke teqtîkî ya pêvajoyê li dijî serçete M. Celal Bucak li Sîverekê biryara pêşxistina têkoşînê hate dayîn, rêxistinbûna Komîteya Navendî û Partiyê hate plankirin. Ji bilî Sekreteryaya Giştî biryara avakirina “Komîteya Rêxistinbûnê”, “Komîteya Weşana Navendî” û “Komîteya Leşkerî ya Navendî” hate dayîn. Girêdayê van Komîteyên Navendî erkdar kirin çêbûn. Li ser vê esasê ji Komîteya Rêxistinbûnê re Cemîl Bayik, Şahîn Donmez û Bakî Karer; ji Komîteya Weşana Navendî re Mazlum Doxan, Duran Kalkan û Kesîre Yildirm; ji Komîteya Leşkerî ya Navendî re Mehmet Karasungur, Riza Altun û Fehmî Yilmaz hatin erkdarkirin. Lijneya Rêveberiya Navendî jî di civîna xwe ya 27’ê Nîsanê de, piştî 1’ê Gulanê encamên berfirehkirina îdareya orfî digire dest û li gorî vê pergala xwe bi cih kirinê, parastinê dinirxîne.
12-17’ê Gulanê 1979:
Di çarçoveya pêvçûna di navbera faşîst û şoreşgeran de, di operasyona ji hêla Walîtiya Elezîzê ve tê rêveberin de Şahîn Donmez, Hamîlî Yildirim, Sakîne Cansiz, Aytekîn Tuxluk û Alî Gûndûz têne girtin. Şahîn Donmez, li ser navê Navendê li Qada Bakur xebatên rêxistinbûna partiyê dida meşandin. Hevalên din jî Komîteya Elezîz a PKK´ê ava dikirin, ev Komîte nû dihate rêxistinkirin. Dema Şahîn Donmez tê girtin yekser teslîm dibe. Di derbarê PKK’ê de çi agahî hebin hemû dide Dewleta TC’yê. Bi vî awayî Dewleta TC’yê damezrandina PKK´ê, Kongreyê fêr dibe. Serokwezîrê TC’yê Bulent Ecevît piştî operasyona Elezîzê bi daxwuyaniyeke hemû derfetên dewletê ji bo girtina Rêber Abdulah Ocalan seferber dike. Di vê pêvajoyê de Rêber Abdulah Ocalan li Qoserê bû. Dema bûyerê dibihîze derbasê navenda Rihayê dibe. Pêşketinan ji li vir şopand û arastekir.
5’ê Hezîranê 1979:
Piştî girtinên Elezîzê civîna Rêveberiya Navendî ji hêla Rêber Apo û Cemîl Bayik ve li Rihayê hate kirin. Şûna Şahîn Donmez Duran Kalkan ji bo Rêveberiya Navendî hate erkdarkirin. Rêber Apo, di meha Hezîranê de ji bo rêxistinkirina çalakiya li dijî Bucak û rêxistinkirina gerîla Mehmet Karasungur dibîne û Pêşnûmeya Talîmatnameyekî (Yönetmelik Taslağı) amade dike. Ji bo ji nû ve sazkirina Navenda Partiyê bi Mazlum Doxan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan re hevdîtin kir, nîqaşan da meşandin. Li gorî pêşketinên rewşa nû rêxistinbûn û amadekariyan ji nû ve kir. Ev rewş, li ser biryar û fikra derketina derveyî welat rol û bandorekê diyarker lîst.
1’ê Tîrmehê 1979:
Civîna Rêveberiya Navendî ya ji Rêber Apo, Cemîl Bayik û Duran Kalkan pêk dihat li Rihayê hate kirin. Biryara ji nû ve rêxistinkirina Komîteya Navendî hate girtin, dîsa guhertina cihê kadroyên deşîfre bûne, di demeke guncav de îlana demazrandina partiyê û biryara derbasbûna Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê hatin dayîn.
2’yê Tîrmehê 1979:
Rêbêr Abdulah Ocalan bi Rêheval Ethem Akcan re li ser Pirsusê re derbasê Kobanî bû. Ji bo ewlehiyê derdiket derveyî sînorên TC’yê û dixwest pêşketinan li ser sînor araste bike. Wê li gorî derfetan jî ji bo pêşxistina têkiliyên herêmî xebat kiriba. Li ser vê esasê di demeke kurt de di ser Şamê re derbasê Lubnanê bû, bi rêxistin û Kurdên li wir re, dîsa bi rêxistinên Fîlîstînî re li gorî derfetan têkiliyan pêşxist. Li ser vê bingehê derfetên perwerdekirina gerîla avakir, şertên xebat û mayîna Beyrutê afirand.
30’ê Tîrmehê 1979:
PKK, ji Serhedê bigire heya Stenbolê, li her cihê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, li her qadê bi belavkirina 30 hezar belavokan damezrandina xwe îlan kir. Di serî de kedkar, ciwan û jin hemû gelê welatparêzê Kurdistanê ji bo azadiyê banga berxwedanê kir. Heman roj li Sîverekê li dijî wekîlê Partiya Edeletê Mehmet Celal Bucak li Hîlvanê Gundê Kirbaşi çalakiya serdegirtinê hate kirin. Bucak ji çalakiyê bi birîneke sivik xilas dibe û pişt re bi piştgiriya dewletê li dijî PKK´ê dikeve nava êrîşê. Di çalakiyê de yek jî pêşengên Berxwedana Hîlvanê Rêheval Salih Kandal şehîd ket. Çalakî ji hêla leşkerî ve serkeftî nebe jî îlana PKK´ê bi hêztir kir û bandoreke siyasî ya mezin derxiste holê. Rêveberiya PKK´ê ji hêla derfetên leşkerî ve wisa zêde gurçûpêç nebe jî hemû derfetên heyî li dijî çetegeriya M. Celal Bucak seferberê têkoşînê kir. Bi vî awayî di dîrokê de pêvajoya têkoşîna ku wekî “Berxwedana Sîverekê” tê zanîn pêşket. Di vê demê de Rêber Abdulah Ocalan li xeta Suriye-Libnanê bû û bûyeran li wir fêr bû. Li ser esasê sererastkirina hedef, şêwaz û teqtîkê ji Komîteya Navendî re talîmateke berfireh rêkir. Lê ji ber ku talîmat bi Mazlum Doxan re tê girtin nagihe destê Komîteya Navendî.
9-10’ê Îlonê 1979:
Pêşengên Berxwedana Sîverekê Rêheval Cuma Tak, Ebdurehman Manap, Alî Çat, Sadun Demîrkoç û Cuma Bozkoyun ji hêla çeteyên Bucak ve li Gundê Axşûnê têne qetilkirin. Cenazeyên wan diavêjin çemê Firatê.
…Îlon 1979:
Bi daxwaza Rêber Abdulah Ocalan koma ewil ku ji 15 kesan pêk dihat ji bo dîtina perwedeya gerîla ji qada Lubnan-Fîlîstînê re hatin şandin. Di nava komê de Mahsum Korkmaz, Delîl Doxan û Seyfetîn Zoxurlu jî hebûn. Di heman pêvajoyê de Kemal Pîr jî ji girtîgeha Rihayê reviyabû, ew jî bi heman armancê derbasê qada Lubnan-Fîlîstînê bû.
1’ê Cotmehê 1979:
Rêheval Mazlum Doxan dema bi Yildirim Merkît û Aysel Çûrûkkaya re diçin civîna Komîteya Navendî, dema derketina ji navçeya Wêranşar ya Rihayê têne girtin. Wextê hate girtin nasnameya bi navê ‘Îbrahîm Şenol’ ser hebû, qeyda vê nasnameyê li ser nifûsa Hîlvanê bû. Talîmata ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve ji bo Komîteya Navendî hatibû nivîsandin li ser hate girtin. Dewleta TC’yê ji vê talîmatê fêrbû ku Rêber Abdulah Ocalan derketiye derveyî welat.
…Cotmeh 1979:
Piştî Mazlum Doxan hate girtin civîna Komîteya Navendî hate taloqkirin, ev civîn pişt re di orteya meha Cotmehê de li Dêrîkê hate kirin. Ji ber ku talîmata Rêber Abdulah Ocalan ketibû destê dijmin, negihiştibû destê hevalan Civîna Navendî lawaz ma. Di civînê de bi taybet rewşa rêxistinbûna partiyê, êrîşên dijmin, pirsgrêk û pêşketinên berxwedana Sîverekê hatin nirxandin û hin erkdarkirin çêbûn. Di heman demê de M. Hayrî Durmuş ji bo meşandina xebatên Rêveberiya Navendî guncav hate dîtin. Encamên civînê ji hêla Rêber Abdulah Ocalan û Cemîl Bayik ve bi devkî hatin raporkirin.
11’ê Mijdarê 1979:
Dewleta TC’yê li dijî sempatîzan û kadroyên PKK´ê dest bi girtinên girseyî kir. Di serî de Hîlvan û Sîverekê li hemû bajar û qezayên Bakurê Kurdistanê pir kesan girt û îşkence kir. Di nava van êrîşên de, şeva 29’ê Mijdarê li Qoserê di malekî de Rêheval Mehmet Hayrî Durmuş û Ferhat Kurtay bi hev re hatin girtin. Roja 12’ê Mijdarê jî Serokê Şaredariya Elihê Rêheval Edîp Solmaz ku mehek berê di hilbijartinên xwecihî de hatibû hilbijartin, ji hêla kontrgerîla ve hate qetilkirin. Rêber Abdulah Ocalan ji ber negirtina ewlehiya serokê şaredariyê, rêveberiya eleqeder bi awayekî hişk rexne kir.
Mijdar-Kanûn 1979:
Cemîl Bayik, derbasê qada Lubnan-Fîlîstînê dibe, encamên civîna Komîteya Navendî ji Rêber Abdulah Ocalan re rapor dike. Rêber Abdulah Ocalan, di meha Kanunê de Rêheval Mehmet Karasungur ji bo meşandina xebatên Rojhilatê Kurdistanê erkdar dike, şerê Sîverekê dide sekinandin û ji welat ji bo perwerde kadro dixwaze. Dîsa xwest ku kordînasyona pratîkî ya welat bê guhertin. Li ser vê esasê di mehên Çile û Sibatê de ji bo perwerde ji qada Lubnan-Fîlîstînê re komên nû hatin şandin.
…Çile 1980
Rêxistinên Riya Azadiyê (Özgürlük Yolu), DDKD û KUK bi navê “Yekîtiya Hêza Demokratîk a Netewî (UDG)” ji bo “PKK Mêrdînê derbas neke û nekeve Botanê” têne cem hev, li dijî PKK’yê dest bi êrîşên çekdarî dikin. Êrîş destpêkê li Serê Kaniyê çêbûn, ev êrîş bi artêş û îstîxbarata TC’yê re hatin meşandin. Li ser vê bingehê Roja 28’ê Adarê 1980’an de Artêşa TC’yê li Dêrîkê êrîşê gundê şikestûnê dike, di navbera hêzên artêşê û kadroyên PKK’ê de pêvçûn çêbûn. Di pêvçûna heyî de 3 efserên TC’yê têne lêdan, li derveyî vê endamên Komîteya Mêrdînê ya PKK’ê Rêheval Ahmet Kurt, Mehmet Kurt û Selman Doxru bi sê welatparêzan re şehîd dikevin. Pêvçûnan heya payîza 1980’an berdewam kir, Rêber Abdulah Ocalan piştî ku bi Partiya Komûnîst a Iraqê re hevdîtin çêdike dikare êrîşên bide sekinandin. Pêvçûn zêdetir li Riha, Mêrdîn, Amed û Êlihê çêdibûn, di van pêvçûnan de nêzîkê 70 alîgir û kadroyên PKK´ê şehîd ketin.
21-28’ê Nîsanê 1980:
Li dijî êrîşên Dewleta TC’yê bi armanca mezin kirina çalakiyên berxwedanê bi navê “Hefteya Sor” hefteya çalakiyê hate îlankirin. Di nava hefteyekê de mezin-biçûk derdorê 120 çalakî hatin kirin.
…Gulan 1980:
Li Lubnanê ji bo girseya gelê Kurd û Fîlîstînê şeva çanda Kurd hate kirin. Şivan û Gulistan jî di navê de Rêheval Delîl, Hecî Musa û kadroyên PKK´ê yên perwerde dibînin jî tevlê şevê dibin. Çalakî ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve tê rêxistin kirin, ji aliyeke din ve jî ev çalakî dibû girtina(dawîkirin) perwerdeya serdema ewil a gerîla.
Gulan-Hezîran 1980:
Gerîlayên li qada Lubnan-Fîlîstînê perwerde dîtine wekî sê qefle(kom) vegera Bakurê Kurdistanê dikin. Koma di bin fermandariya Mehmet Sevgat de derbasê xeta Semsûr û Bakur Rojhilatê Torosan dibe. Koma di bin fermandariya Delîl Doxan derbasê xeta Dêrsîmê dibe, koma di bin fermandariya Kemal Pîr û Mahsum Korkmaz de jî derbasê xeta Sêrt-Botanê dibe. Bi vî awayî hemû kom gihiştin cihê xwe û xebatên amadekirina gerîla dane destpêkirin. Ev xebat, li dijî derbeyeke muhtemel a leşkerî jî dihat wateya xwe amadekirinê. Di heman demê de Fermandariya Botanê erka biryargeha navendî jî didît.
12’ê Tebaxê 1980:
Mahsum Korkmaz û Kemal Pîr li Sêrtê dema di rê de bi erebeyekê diçin dikevin kemîna dijmin, Kemal Pîr bi awayekî bêhiş dîl dikeve destê dijmin. Mahsum Korkmaz jî bi birîndarî xilas dibe. Dewleta TC’yê bi girtina Kemal Pîr fêr dibe ku li Çiyayên Kurdistanê gerilayên perwerdekirî hene. Vê rewşê derbeya leşkerî zûtir pêşxist.
12’ê Îlonê 1980:
Artêşa Tirk bi derbeyê dest danî ser rêveberiya dewletê. Cuntaya di bin serokatiya Kenan Evren de qanûna bingehîn jî di navê de hemû saziyên dewletê ji holê rakir, xwest girêdayê artêşê dîktatoriyeke nû ya faşîst ava bike. Civakê perçiqand, ji nû ve Kurdistanê dagirkir. Di serî de PKK û rêxistinên şeroşger hewilda hemû sazî û dezgeyên rêxistinkirî belav bike. 7’ê Mijdarê 1982’an de bi referandûmeke şiklî qanûna bingehîn a nû da erêkirin. TC’yê ser bingehên leşkerî û faşîst ji nû ve sazkir û rêveberiyê bi hilbijartinê neqlê hikûmeta ANAP’ê ya di bin serokatiya Turgut Ozal de ye kir. Ev hemû bi destek û erêkirina Amerîka û NATO’yê çêbû. Dema derbe pêşket Rêber Abdulah Ocalan li Şamê bû.
13’ê Îlonê 1980:
Rêber Abdulah Ocalan, bi Cemîl Bayik û Duran Kalkan re li Şamê civîn kir. Di vê civînê de derbeya 12’ê Îlonê hate nirxandin û li dijî derbeyê teqtîk û xebatên PKK´ê hatin plan kirin. Civîn di derbê de rol û rista Amerîka û NATO’yê destnîşan kir. Dîsa xisleta xwe ji nû ve sazkirina binyada dewletê danî holê. Hate destnîşan kirin ku wê dewlet hewl bide hemû saziyên civakî yên bi rêxistinkirî belav bike û bi taybetî wê êrîşê gelê Kurd û PKK´ê bike. Ji ber vê lazim e li dijî derbeyê berxwedan çêbe û li ser vê esasê derbe vala bê derxistin, lê hate diyarkirin ku amadekariyên pratîkî-rêxistinî nabin bersiv, ji ber vê lazim e bi qismî xwe paşve bikêşin, ji nû ve bi perwerde û rêxistinbûnê xwe komî serhev bikin. Ger bi vî awayî li dijî derbeyê bikevin nava berxwedanê wê rastir û encamgir bibe. Li ser vê esasê pêvajoya xwe paşve kişînê dest pê kir. Rêveberên PKK’ê yên di zindanan de jî vê nêzîkatî û biryarê rast dîtin. Bi vî awayî kadroyên Kurdistanê xwe kişandin qada Luban-Fîlîstînê.
22’yê Îlonê 1980:
Rêveberiya Iraqê êrîşê Îranê kir. Şerê Îran-Iraqê bê navber tam heşt sal berdewam kir. Vê rewşê, hem ji hêla siyasî ve rêveberiya hevpar a ser Kurdistanê parçekir, hem jî ji hêla leşkerî ve valatiyên cidî li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Bakurê Kurdistanê çêkir. PKK dema pratîka xwe ya gerîlatiyê pêş dixist ji vê rewşa siyasî û leşkerî sûd wergirt. Ji bo ku PKK ji vê rewşê feyde nebîne, roja 8’ê Tebaxê 1988’an şerê heyî hate sekinandin.
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/08/kronolojiya-pkke-besa-6/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/05/kronolojiya-pkke-besa-5/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/01/kronolojiya-pkke-besa-4/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/29/kronolojiya-pkke-besa-3/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/26/kronolojiya-pkke-besa-2/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/24/kronolojiya-pkke-besa-1/