STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 23’ê Îlonê ‘nexşeya rê’ ya ku Rêberê Gelan sala 2009’an ji bo parêznameya xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade kiribû, kir hincet û 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan qedexe kiribû.