BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:
21’ê Mijdarê saet di 22:30’î de qada Karker a herêma Zapê hate bombekirin.
23’ê Mijdarê saet di navbera 10:30-11:30’î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 4 caran hate bombekirin.
Ji ber vê êrişa hewayî tiştek bi hêzên me nehatiye.”