ŞENGAL – Ji bo pêkanîna peymana di navbera Hewlêrê û Bexdayê de, artêşa Iraqê weke gava yekemîn hêzek şand Şengalê. Li gorî agahiyan, hejmara wê hêzê gihîştiye 2 hezar û 500 kesî. Niha ev hêz ji gundê Medîban, Sîba Şêx Xidir heta çiyayê Kolik ku herêmin sînor in bicih bûye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidest xistin, ev hêz wê heta bajaroka Rebîa bikin bin Kontirola xwe. Bi vê yekê sînorê navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî dikeve di bin destê Artêşa Iraqê de.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) duh bi daxuyaniyek nivîskî balkêşa ser pîlanên qirêj yên li ser Şengalê. MXDŞ’ê bang li hemû hêzên azadîxwaz kir, da ku rê li ber fermanek din a ser Êzidiyan bigrin, ji ber ku Şengal di metirsiyê deye. Herwiha destnîşan kir ku Iraq amadekariyan dike 10 hezar leşker bişîne Şengalê.
Heta niha gelek caran welatiyên Şengalê li dijî vê peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketine û weke fermanek nû bi nav dikin.