BEHDÎNAN – PDK, li gel hişyariyan jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê hewldanên xwe yên provokasyonê dewam dike.
Ji meha Cotmehê ve hêzên leşkerî li qadên gerîla vediguhezîne û nuqteyên leşkerî ava dike.
PDK’ê bi konvoyeke ji 300 kesî, 56 wesayitên zirxî ku tank, top û çekên giran tê de hebû, hêzên xwe li navbera Çoman û Hecî Umranê bi cih kir.
Li gorî agahiyan, hêzên PDK’ê îro ji sêgoşeya herêmên Hecî Umran, Çoman û Begova, Batûfa û Brîfka derbas bûne û derbasî Kanî Masî bûne.
Tevî ku gerîlayên HPG’ê bi hêzên PDK’ê re axivîn û hişyarî dan, liv û tevgera li herêmê dewam dike.