KERKÛK – Ji destpêka salê ve li Kerkûkê herî kêm 44 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, jinên li Kerkûkê hatin kuştin, hatin bîranîn. Bi vê wesîleyê kulîlk danîn nava pêlavên 44 jinan û bi vî rengî jinên hatin kuştin bi bîr hatin anîn.
Her wiha wêneyên jinên hatin kuştin bi darê ve hatin kirin.
Di çarçoveya heman çalakiyê de wê di nava rojê de şanoyek jî bê nîşandan.