REQA – Bi slogana ‘’Bi têkoşîna yekbûyî ya gelan, jibo Suriyeke Azad, emê teqez serbikevin’’ 1’emîn Kongreya Ciwanên Partiya Suriyê pêşerojê di saet 10:00’an de li saleya TAC ya bajarê Raqqayê destpêkir. Kongre bi tevlîbûna 300 delegeyan li saleya TAC hat li dar xistin.
Kongre bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Şoreşê destpêkir û axaftina vekirina Kongreyê ji aliyê Komîteya amadekar a Kongre yê ‘’Lîna Zahir’’ ve hat pêşkêşkirin û di axaftinên xwe de girîngiya lidarxistina yekemîn Kongreya ciwanên partiya pêşerojê anî ziman û di şexsê şehîdên partiya pêşerojê de tevahî şehîdên Sûrî ên li dijî dagirkeriyê de têkoşîne û şehîd bûne bi bîr anî.
Di berdewamiya axaftinan de (Ibrahîm Xeftan) Serokê partiya pêşerojê ya Sûrî axivî û got: ‘’ Jibo Suriye kongreyeke bi vê rengî ya ciwanan dîrokiye. Ev rojeke nû ye, gaveke nû ye ji bo avakirina civaka Surî ya azad ‘’
Her wiha li ser navê MSD (Xelîl Xemîs) axivî û pîrozbahiya Kongre yê li tevahî ciwanên Sûrî kir. Di heman demê de li ser navê saziyê malbatê şehîdan dayîka Şehîd Hevrîn Xelef ku bi kemînekê ji aliyê çeteyên dewleta dagirker ve Şehîd ketibû axivî û got: ‘’Em nabêjin em tenê jibo aşitiyê amadene, Jibo avakirina Suriyeke azad û democrat pêwîst bike em xwîn jî didin. Eger dijmin dixwaze ku welatê me dagir bike û Suriye perçê bike û bratiya gelan xera bikin, ema made ne kû canê xwe jî diyarî bikin. Em li pêşiya her kesî dibêjin em hene û Suriye jî ya Suriyan ne û em pîrozbahiya Kongre yê li tevahî ciwanan û şehîdan dikin û emê jibo şer û aştiyê jî amade bin. Herî dawî dibêjim bijî Sûriyeke azad û şehîd namirin’’
Endamê partiyê Îbrahîm El-Rebî perspektîvên giştî yên kongreyê xwendin. Piştre rapora xebatên ciwanan ên 2 salên borî hate xwendin.
Piştî wê sînevizyonek girêdayî xebat û çalakiyên ku partiyê li dar xistine hate pêşendan.
Pişt re Ednan Xelîfe rêziknameya Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xwend. Di rêziknameyê de armanc, asoyên siyasî yên partiyên, rêyên pêkanîna wan armancan, girîngiya rola ciwanan hatin bibîrxistin. Her wiha hate destnîşanirin ku Meclis desteya ciwanan a herî bilind e.
Di dawiya kongreyê de ciwanan, Zana MIstefa wek berdevk, Cewahêr Faris wek cîgir û 20 kes wek endamên meclisê hilbijartin. Paşê encamnameya dawîn hate xwendin û tê de berdewamkirina têkoşîna siyasî heta pêkanîna armancên partiyê, avakirina Sûriyeyeke demokratîk, bidawîkirina serdemên zordestiyê û şerê di navbera gelê Sûriyê de hate piştrastkirin.