NAVENDA NÛÇEYAN
Dîrok; 25’ê Mijdarê sala 1960
Cîh; Herêmî Bakûr a Komara Dominîkê
Bûyer; Bin zinarekî de laşê mirî a sê jinan hate dîtin. Lêkolînên nasname de derket holê ku navê wan jinan Patria Mercedes Mirabel, Minerva Argentina Mirabel, Maria Mercedes Mirabel’e. Her sê jin hatibû tecawiz kirin û bi hovane hatibÛn qetilkirin.
Ev jin kî ne û ji aliyê kî ve hatin qetilkirin?
Erê hûn rast dizanin ev xwişkên Mîrabelin yê ku pêşegtiya Tevgera Clandestina kirin e. Sedemê qetilkirina wan, têkoşînî ku hember dîktatoriya Rafael Trujillo didan bû.
Rafael Trujillo kî ye? (Ez bawerim ku ev diktatorîya faşîst hûn nas dikin. Ji ber ku hemû diktatoriyên faşist dişibin hev du.)
Rafael Trujillo dîrokî bejahîya Emerîkî de diktatorî herî bi xwîn tê nasîn e. Rafael, bi darbeya askerî ve bûye serok, û hilbijartina gel de jî serokatîya dewlet kiriye û piştra serokatî derketinî kabûl nekirye û wekî serokekî askerî-polîtîk 31 sal bû dîktatorekî ku Komara Domînîk rêvedibe. Bi salan bi piştgirîya DYA li iktidarî ma û ev pêvajoya ku îktidarî ma bin navê “Pêşketina aborîya welata” û hin tiştên din de alîyê burjuvayên biCûk de her piştgirî girt. Burjuvayên biçûk ji ber aborîya xwe ditirsîyan hember tiştên ev dîktator dikir her bêdeng man.
Rafael Trujillo navê bajarên welat navê çîyayan bi navêxwe re guhertî bû û kesên ku dijî vê ne tu carê kabûl nedikir. Yê ku dijî rêveberîya vê bûn an hatin girtin an jî bi awayekî ne dîyar hatin qetilkirin. Rafael, serhildanên hember rejîma xwe giştî tepisand lê nav gel de rêxistinin veşartî dihatin avakirin. Nav wan rêxistinan yek jî alîyê Xwişkin Mîrabel hatibû avakirin. Tekoşîna her sê jinan ji bo Rafael Trujillo êdî bûbu xofekî pir mezin. Wisa bû ku dema Rafael Trujillo daxuyanîyekî gel re dabû wan tiştan gotibû “Li welatê da 2 xeterî heye; Dêr û xwişkîn Mirabel” Ev her sê jinên bê tirs re terorîst hate gotin û bi dehan caran hatin girtin. Xwişkên Mîrabel ên ku bi dehan caran hatin girtin nameyê lêborînê a tê xwestin jî her carî red kirin. Ev bi biryar bû û heya dîktatorî hilweşî têkoşîna xwe berdewam kiriban. Herî dawî 25’ê Mijdarî sala 1960’an de tirimbilê xwe bi zorîhatin daxistin û bi tecawîz re hatin qetilkirin. Jinên ku ji alîyê leşkerîn dîktator Rafael Trujillo hate qetilkirin di rojname û belgeyên fermîde wek qezayê tirimbil derbas bû.
Erê dema em dizîvirin û bûyerîn hate jîyankirin dinêrin rastîda çi qas di^şibe roja me îro zînîyeta tecawizkar û sazîyên vê dewlet, bi polîkîkayên xwe yê dagirker ve her dem hember jinê bi awayekî spesîfîk û sîstematîk tundî dimeşîne.
Revandin, binçavkirin, tacîz û destavêtina zayendî, tûndî, kuştin û xwekuştinên gumanbar ên li dijî jinan êrîşên qirkirinê ne ku di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de bi zanebûn û sîstematîkî têne meşandin. Îro Tirkî û Bakûrê Kurdistanê de hedefa rejîma faşîzma AKP-MHP û diktatora bi xwîn Erdoğan dahûrandina Serokatî a “ Heya jin azad nebe, civak azad nabe.” Ji holê rakirine. Jin di her qadên jiyanê de di bin êrîşek mezin de ne. Zayendparêzî gihiştiye nîrîvana. Zayendparêzî tê vê wateyê ku zilam di her kêliya jiyana rojane de li dijî jinan bi şêwazên cûda tundî bikar tînin. Zewacên temenê biçûk ên jinan, sinetkirina jinan, bê karkirina jinan, paşguhxistina perwerde û mafên tenduristiyê yên jinan, paşguhkirina keda jinan, wekî hêza karker a erzan bikar anîna jinan, jin ber bi fûhûş-maddeyên hişbir ve, polîtîkayên çapemeniyê yên li dijî jinan polîtîkayên mêtinger ên zînîyeta zilamsalarê yê derxist holê.
Pêdivî ye ku mirov vê yekê pir eşkere bîne ziman. Polîtîkayên tundî ya li ser jinê zêde dibe ji nêzîkatiyên li İmraliyê yên li hember Rêberê me hatine pêşxistin ji vê dûr nayê hesibandin. Ji ber qutbûna hevdîtînin bi Rêberê me re, şîdeta li ser jinan zêde dibe. Îmralî de pergala zext û êşkenceyê hîn kûrtir dibe, û di paralelî vê de li Tirkiye jî , Rojhilata Navîn jî û hemû cîhanê jî tundiya li ser jinan bi zêde bûye.
Jina bê rêxistin jina ku her kelîyê rojê dimire ye. Ji bo ku em li dijî tundiyê xwe rêxistin bikin, pêşî hewce heye ku em bizanin em ji vê zihniyetê çawa aciz dibin. Ger di nav dewletê de cîhek jinan tune, divê em zanibin çawa em wê hukûmetê ji holê rakin. Hewce heye ku em bizanibin çawa parastina xwe ya li dijî tundiyê xurtir bikin. Ji ber vê yekê, divê 25’ê Mijdarê ji bo têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinan nebe rojek sembolîk, lê divê li her qadê bibe roja rêxistinbûyînê.