STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 23’ê Îlonê ‘nexşeya rê’ ya ku Ocalan sala 2009’an ji bo parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade kiribû, kir hincet û bi 6 mehan hevdîtin qedexe kir.