NAVENDA NÛÇEYAN – Gotar ku di dema salvegera 42’an a PKK’ê de hatî weşandin, bi sernavê ”Divê Ewropa li cem Kurdan bisekine” hate belavkirin.
Bayik di gotarê de bal kişande ser rewşa dîrokî û rojane ya meseleya Kurd û got, ”Halê hazir Tirkiye ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû herêmê û YE’yê polîtîkayê rê ve dibe.” Bayik xwest ku PKK ji nav lîsteya terorîst were derêxistin.
Bayik wiha nivîsî:
”Ji hêla dîrokî ve pirsa Kurd pirsa azadî û hebûnê (ontolojîk) e. Dewleta Tirk ji roja ku ava bûyî heta niha tim bi wê polîtîkayê ye ku jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd red dike. Li dijî polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê, têkoşîna ku Kurd hebûna xwe biparêzin sirûştî û rewa ye. Êrîşa li ser Kurdan weke êrîşa li ser Rûm, Ermen, Asûr-Sûryan û qirkirina Yahûdiyan e ku piştî 1915’an rû dane.
PKK jî li dijî polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê ya li ser Kurdan weke tevgereke parastinê derketiye holê. Jixwe bi têkoşîna PKK’ê rel i Erwopayê jî li bara pirsa Kurd bihistyariyek çêbûye. Li dijî vê dewleta Tirk bi dewletên Erwopayê re têkiliyên li ser berjewendiyê yên du alî bi kar aniye. Di ser Elmanya û Fransayê re gelekî zext kir. Di encama vê de Elmanya û Fransayê Hezîran û Mijdarê, 1993’an komeleyên Kurd û PKK bi fermî qedexe kirin. Dewletên Ewropayê tenê bi qedexeyan jî neman PKK kirin nav ‘lîsteya terorê” ya YE’yê. Di demeke wiha de ku PKK têkoşîna çekdarî rawestandî, bi rêyên demokratîk, siyasî li çareyê digeriya PKK kirine nav lîsteyê. Ev biryar bi temamî biryareke polîtîk e.
Di sê dozên cihê de yên 2019’an li Belçîkayê bi encam bûne û di dozekê de ku Dîwana Dadê ya YE’yê bi encam kiriye, hikim li ser hatiye danîn ku ,”Pevketina di navbeyna PKK’ê û dewleta Tirk de şerekî du alî ye” û biryar daye ku PKK di nav rêxistinên terorê de nikare were bicihkirin.
Halê hazir Tirkiye rewşa koatîk a li Rojhilata Navîn bi kar tîne, derdorên îslamî yên radîkal ku rêxistiniya wan kiriye dişîne Sûriyê, Libya, Iraq, welatên Mexribê û tevgerên dagirkiriyê dike. Li Derya Spî bi polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên li ser Yewnanîstan, Fransa, Misir, Qibris û Italyayê aramiyê têk dibe. Penaberên ku ji şer reviyane berê wan dide Ewropayê û polîtîkaya şantajê dike. Halê hazir Tirkiye ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hemû herêmê û YE’yê jî polîtîkayên bi dijminatî dike.
Lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê ya li ser PKK’ê û qedexe bûye zemîn û amûra meşrûkirinê ya polîtîkayên antîdemokratîk, otorîter û emperyal ên Tirkiyê. Qedexeya li ser PKK’ê û di nav lîsteya terorê de bicihkirina wê domdarkirina şerê dewleta Tirk a li Kurdistanê meşrû dike, wê wêrek dike, li pêşiya çareseriya giştî dibe asteng. Jixwe dewleta Tirk xwe dispêrê ser vê têgeha terorê û hemû Kurdan krîmînalîze dike.
Nemaze dixwazim vê bibêjm; biryarên şaş ên bi sedemên polîtîk li dijî PKK’ê hatine standin ku PKK ji bo demokratîkkirina herêmê û Tirkiyê berdêlên mezin daye, divê werin rastkirin û ji nav ‘lîsteya terorê’ were derxistin. PKK xwedan wê stratejiyê ye ku pirsa Kurd di nav sînorên dewletên heyî de bi mîsogerkirinên destûrî bi rêyên aştî û demokratîk were çareserkirin. Ji vî alî ve weke wan hemû tevgerên ku di dîrokê de li mafên xwe digerin û ji bo vê têdikoşin rêxistina me jî tevgera azadiyê ye. Weke ku dadgeha Belçîkayê biryar li ser dayî PKK aliyê şerekî ye, ku ev ne şerekî navnetewî ye. Hêzeke çekdar a ne xwedî dewlet e, ji vî alî ve nakeve nav çarçoweya terorê. Li dawiyê dixwazim bibêjim bi min êdî dema wê hatiye ku ew yasa û qedexeyên ku PKK’ê û Kurdan krîmînalîze dikin, çareseriya bi rêyên aştî û demokratîk a pirsa Kurdan, jiyana hevpar a gelan zehmet dikin, entegrasyonê nepêkan dikin û li pêşiya îstîktrara Tirkiyê dibe asteng, werin rakirin. Em hêvî dikin ku gel û raya giştî ya Ewropayê wê me fêhm bike, hurmetê xwe nîşan didim.”