BEHDÎNAN – Bi boneya 43’emîn salvegera Demizarandina Partiya Karkerên Kûrdistan (PKK) û her wiha beramberî Hêzên Kurd ên ku hevkarî Dewlata Tirk a dagirker dikin re wekî helwestek 23 Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê bûn. Ciwanan di daxuyaniya xwe de dan diyar kirin; “Ji bo parastina şeref û kerameta gelê Başûrê Kurdistan me biryar daye ku tevlî hêzên Gerîlla bibin û li hember dagirkirina Başurê welat heyanî dilopa xwe ya dawî hember dewletê Kurdkujê Turkye şer bikin. Bê deng mayîn bi temamî dikeve xizmeta dagirkerên Kurdistan û hêzên xwefiroşê Navxweyî”.
Daxuyaniya Ciwanan wiha ye;
“Tê Zanîn ku Dewleta dagirker a Turkiye cuda ji hewldanên siyasî û Kulturî, bi awayekî eşkere û li pêş çavê hemu cîhan, hewl didin Başurê Kurdistan dagir bikin. Li hember dagirkeriyekî bi vî rengî 2 riyên zêdetir li pêşiya gel nehiştine. Ya gelê me koçberê welatên Rojavayî dibin û weke hêzekî belaş heyanî mirinê di koçbertî de dimînin yan jî weke me ji bo berjewendiya gelê xwe tevlî Hêzên Azadî dibe.
Gelê Bi Rumetê Kurdistan, malbatê Şehîdan
Hûn dizanin sal zêde derbas nebûye û li pêş çavên me, axa Kurdistanê ku bi xuyîna Şehîdan hatibû azadkirin, vê carê ji aliyê xayinên navxweyi ve tê firotin û li welatên derve mesrefa zarok û keyfiyetên xwe dikin. Li hember vê rewşê me nema karî xwe kur bikin.
Gelê Bi Şerefê Kurtdistan
Ev hêzên malbatî bi dirêjahiya salên ku deshilatdariya xwe li ser gel dimeşînin, ne tenê fêrî siyaset nebûne, belkî li ser gel qomarkirine, kengî xwestin meydana şer berdane û kengî xwestin samanên ser erd û bin erdê Kurdistanê pêşkêşî dagirkerên Kurdistanê kirin û tu car ne pirsa gel kirin û ne jî hesab dane gel. Dema ku Gel li hember wana dengê xwe rakiriye, xwe di zindanên parastinê de dîtine.
Li ser van bingehan û ji bo parastina şeref û kerameta gelê Başûrê Kurdistan me biryar daye ku tevlî hêzên Gerîlla bibin û li hember dagirkirina Başurê welat heyanî dilopa xwe ya dawî hember dewletê Kurdkujê Turkye şer bikin.
Gencên Hişyar û Zanayê Başurê Kurdistan
Aniha û demê ku li ser me derbas dibe pir hestiyare, ger ku helwêstekî meya cidî dernekeve, di rojên ne pir dûr de dibe ku tiştek li ser navê Başurê Welat nemîne, bê deng mayîn bi temamî dikeve xizmeta dagirkerên Kurdistan û hêzên xwefiroşê Navxweyî.
Li ser van bingehan bi biryardarî, peymana xwe didin Şehîdên Kurdistanê û hêvî dikin ku wê dengê me bighîje gencên me yên dilsoz û bi tevlî bûna sedan û hezaran kesî, xeyala welatfiroşî, dizî û dagirkeriyê dinav dilê dijminên gelê me de hişk bikin”.