ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) 26’ê Mijdarê dijî peymana ser Şengalê li devera Amud a Çiyayê Şengalê çadir vegirtibû û çalakiya Mertalên Zindî dabû destpêkirin.
Çalakiya ciwanan di roja sêyemîn de bi serdanên piştgiriyê berdewam dike.
Rêveberên PADÊ, TAJÊ û Meclîsa Herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê îro di saetên serê sibehê de serdana Mertalên Zindî kirin.
Rêveberên saziyan ji aliyê çalakvanan ve li ber çadira çalakiyê hatin pêşwazîkirin.
Rêveberên saziyan di serdanê de çalakiya ciwanan pîroz kir û piştgiriya xwe ji bo wan anîn ziman.
Duh jî di saetên êvarê de Fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr serdana çadira Mertalên Zindî kiribû û desteka xwe nîşan dabû.