EYN ÎSA – Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.
Çavkaniyan dan zanîn ku top li malên sivîlan yên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî herêma Firatê ketine û di encamê de mal wêran bûne û 2 zarok birîndar bûne. Herdu zarok ji dermankirinê rakirin nexweşxaneya Reqayê.