BEHDÎNAN – Di 43’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de, 43’ê Ciwanên ji Rojavayê Kurdistan berê xwe dan çiyayên azad û tevlî nava refên Gerîlayên azadiyê bûn. Ciwanan di derbarê tevlîbûna xwe de nerînên xwe anîn ziman û gotin: “Li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û xeta îxaneta KDP’ê, pêwîst e hemû ciwan tevlî tekoşînê bibin. Yê ku Serxwebûnê dixwaze bila were tevlî refên Gerîla bibe û ji bo jiyaneke azad jiyan bike”.
Ciwan bi navê Egîd Civyan wiha dest bi axaftina xwe kir û got; “Di vê roja pîroz de ez tevlî refên Gerîla bûme. Li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û xeta îxaneta KDP’ê, pêwîst e hemû ciwan tevlî tekoşînê bibin. Agirê ku Gerîla li Heftanîn pêxistiye em wek ciwan hîn geştir bikin û bangî hemû Ciwanên Kurd û Kurdistanê berê xwe bidin çiyayên azad”.
Her wiha Qasim Engîn di derbarê tevlîbûna xwe de nerînên xwe ji me re gotin; “Li hember êrîşên dagirkeriya tirk me berê xwe da çiyayên azad, wek tê zanîn partiya me dikeve sala 43’an de di roja herî pîroz de em tevlîbûn. Ji bo em tecrîda ser Rêber Apo bişkînin, xiyaneta KDP’ê bişkînin, bangî hemû Ciwanên Kurd dikim yê her çar parçê Kurdistanê, Ciwanên Amedê, Ciwanên Kobanê, Ciwanên Qamişlo, Ciwanên Helepçe, Ciwanên Silêmaniyê werin tevlî refên Gerîla bibin.
Wekî Ciwanekî Kurdim tevlî refên Gerîla bûm, Erdoxan digot ciwanên Kurd tevlî nabin, vaye îro em tevlî dibin wekî bersivekî ji wî re, bila zanibe em Ciwanên Kurd em dagirkerî qebûl nakin, em azadî dixwazin û bangî hemû ciwanên Kurd dikim yê azadiyê dixwaze, yê Serxwebûn dixwaze bila were tevlî refên Gerîla bibe û ji bo jiyaneke azad jiyan bike, xeta îxanetê qebûl neke.”
Nûjiyan Efrîn jî wiha got: Di dest pêkê de em salvegera partî li Rêber APO, hemû Şehîdên Şoreşê û hemû hevalên ku di çeperên şer de ne, pîrozdikim. Tevlîbûna li ser esasê ku dijmin baş nasbikê, ev komploya ku ser Serokatî çêdikin, ev nayê wateya ku em dev ji dozê xwe berdidin. her tim em li pey şopa Şehîdê xwe bin û li ser fikir û felsefê Rêber APO em ê xwe perwerde bikin.
Wezîr tirk dibêjin tevlîbûn nîne, em îro 43 Ciwan tevlîbûn bila baş nasbikê, partiya me wê her hebê û tabî Serkeftin ya me ye. Em wek Jinên Ciwan ên Efrînê ji bo tolhildana jinên ku hatin e qetilkirin, hatine tecawizkirin em tolê wan hilînin ji bo wê jî em tevlîbûn e, Dibin duruşmeya” Dem dema azadiyê ye, em ê teqez Serbikevin” û ev dem demê fetisandinê dijmin e.
Di heman demê de Jina Ciwan a ji pêkhateyên Ereb Delal Amed ya ku wê jî berê xwe daye çiyayên azad wiha got: Îro salvegera avakirina Partiya Karkerên Kurdistane (PKK) partiya rizgariya hemû mirovahiyê ye, Partiya Rizgariya Jin e, bi fikir û felsefeya Rêber APO hatiye avakirin. Niha dem dema Azadiyê ye, dem dema azadkirina fîzîkî a Rêberê me ye, tolhildan ji bo hemû Şehîdên me.