BEHDÎNAN – Gerîlayê bi navê Egîd, pismamê Fermandarê qada Botanê Şehîd Egîd Civyan bû şopdarê riya Şehîd Egîd û da ku xeta wî ya tekoşînê berdewam bike tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê bûe.
Di derbarê tevlîbûna xwe ya nava refên Tekoşînê nerînên xwe ji me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Dema ku 15’ê tebaxê ez tevlîbûm beriya wê bi 3’ê rojan Heval Egîd Şehîd ketibû, daxwaziya heval Egîd bû ku pismamekî wî were tevlî bibe, me jî daxwaziya wê pêk anî û çeka wê rakir”.
“Bila li hember wan zextan bê deng nemînin”
Di demên dawî de sîstema qirker, axa Kurdistanê dagirdike, keç û xortên Kurd qetildike. Banga min ji bo hevalên ku me bi hev re jiyan kirî di zindanê de, ku ew jî di demek nêz de werin tevlî bibin, çiqas zû werin tevlî bibin ewqas baş e ji bo wan. Sîstema Kapîtalîs li ser wan dimeşînin û bi taybet zext li ser Malbata çêdikin. Bila li hember wan zextan bê deng nemînin.
“Divê Ciwanên nav sîstemê, berê xwe bidin qadên azadiyê”
Rêhevaltiya Gerîla pir cudaye mirov nikare tenê bîne ziman ji ber ku wateya wê pir giran e. Li ser vî esasî bangî hemû Ciwanên nav sîstemê dikim ku werin berê xwe bidin qadên azadiyê.
Jiyan Amargî