28’ê Sibatê 1986:
Serokwezîrê Swêd û Serokê Partiya Demokratên Sosyal Olof Palme, şev dema bi malbata xwe re ji sînemayê derdiket di êrîşekî de hate qetilkirin. Êrîşkarê nekarîn bigirin. Yekser roja din çapemeniya şerê taybet a TC’yê wekî ku ji berî ve hatiye amadekirin xwestin bûyerê bi sernivîsa “gelo Kujer Apo ye? têxin stûyê PKK’ê. Li ser vê bingehê MÎT rêxistinên îstîxbarata Ewropayê araste dike. Nêzîkatî û gotinên bêbingeh ên Parêzer Huseyîn Yildirim jî li ser vê esasê hatin bikaranîn ku pişt re sîxûrtiya wî ya ji MÎT’ê re eşkere dibe. Bi vî awayî li Ewropayê xebatên krîmînalîze kirina PKK’ê hatin pêşxistin û pişt re bi navê “Doza Dûseldorfê” pêşiya pêvajoya darizandinê vebû. Olof Palme di siyaseta Ewropayê de di nava tevgera Sosyal-demokrat de xwedî xetekî bû û li dinyayê piştgiriya hemû tevgerên rizgariya netewî kiribû. Ji ber vê yekê muhtemel bû ku di asta herî jor de piştgirî daba têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdistanê jî. Rêber Abdulah Ocalan jî bi vê armancê li Swêdê serlêdana îltîcayê kiribû. Qetlîamê pêşiya van hemûyan girt.
28’ê Adarê 1986:
Fermandarê Nemir ê Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê Rêheval Egîd (Mehsum Korkmaz), piştî pêvajoya bi çalak a Newrozê li Çiyayê Gabarê di pêvçûnê de şehîd ket. Bi hêzekê 24 kesî re dixwest ji Gabarê biçe Heftanînê. Piştî şahadetê çapemeniya TC’yê bi rojan wêneyan da, nûçeyan çêkir, xwestin bi nivîsandina sernivîsên wekî “Celadê PKK´ê hate kuştin” derewa “xilaskirina gerîla” belav bikin. Rêber Abdulah Ocalan “Di Rizgariya Netewî de Wekî Remza Partîbûnê” pênase kir û xeta Kongreya 3’yêmîn li ser vê sazkir, kire xeta Kongreya 3’yêmîn. PKK´ê dibistana xwe ya destpêkê ya fermî bi navê “Akademiya Mahsum Korkmaz” vekir. Hefteya di navbera 21’ê Adarê roja şehîd ketina Kawayê Hemdem Mazlum Doxan û 28’ê Adarê “Roja Qehremaniya Netewî”de jî wekî “Hefteya Qehremaniya Netewî” diyarkir.
17’ê Nîsanê 1986:
Rêheval Ezîz (Nadîr Şeyh Hesen) Şoreşgerê Ereb ji Lubnanê di 1983’yan de tevlê PKK dibe û eslê xwe ji Efrînê ye. Li Colemêrg Gundê Qavalê bi artêşa TC’yê re pêvçûn çêdibe û di vê pêvçûnê de şehîd dikeve. Yekem şehîdê Ereb ê PKK’ê ye.
16’ê Tebaxê 1986:
Rêheval Seyfetîn Zoxûrlû ku di Kongreya Damezrandina PKK’ê de cihê xwe girtibû di salvegera duyemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de li Botan Bestlerê di çalakiyekê de şehîd dikeve. Kongreya Damezrandinê li mala malbata Seyfetîn Zoxurlu hatibû kirin. Di 2’yê Hezîrana 1982’an de di êrîşê Îsraîlê de li Lubnanê dîl ketibû, pişt re 1984’an de li Yewnanîstanê bi çalakî xwe rizgar kir, dîsa hate Kurdistanê û tevlê şerê gerîla bû.
25-30’ê Cotmehê 1986:
Kongreya 3’yêmîn a PKK´ê li Lubnanê li cihê ku Konferansa 1’emîn a PKK hate kirin çêbû. Kongre bi tevlêbûna derdorê 80 kadroyên ji rêveberiyên welat, Ewropa, Rojhilata Navîn û ji komeke nû ya perwerdeyê hate kirin. Di Kongreyê de derdorê 12 delegeyên jin jî cihê xwe girtin. Kongreyê Rêber Abdulah Ocalan rêvebir. Kongreya 3’yêmîn di xeta gerîla de dibe sererastkirineke bi kok û di bîrdoziya azadiyê de dibe kongreya kûrbûnê, ev xebat bi sê qonaxên bingehîn yên xwe rêxistinkirin û perwerdekirinê diçe serî û nêzîkê saleke didome. Di qonaxa dirêj a yekemin de bi komkirina endamên Kongreyê re mijûl bûn çêbû û li ser bingehê xeta Rêbertî xebata amadekirina raporên giştî û takekesî hate meşandin. Di qonaxa 2’yemîn de xeta çîna serwer a feodal-arîstokrat û riya navîn(orta yolcu) a burjuvayê biçûk di platforma partiye de hate darizandin û mehkûm kirin. Rêber Abdulah Ocalan got “Yê li vir tê dahûrandin ne kesayet e, civak e, ne kêlî ye, dîrok e.” Kesîre Yildirim û Selehetîn Çelîk hatin darizandin, di encama darizandinê de kadrotiya wan hate sekinandin, girtin statûya eniyê. Di dîroka PKK’ê de cara ewil li ser bingehê rapora nivîskî platformên şexsî yên rexne û rexnedayînê hatin kirin. Ji bo bersivdayîna nîqaşên li ser endamtiya partiyê Rêber Abdulah Ocalan got “Şehîd PKK’yî ne.” Qonaxa sêyemîn di navbera rojên 25-30’ê Cotmehê de hate meşandin. Di vê qonaxê de xebatên kongreya fermî hatin pêkanîn. Destpêkê Rêber Abdulah Ocalan wekî devkî raporeke berfireh a Rêbertiyê peşkeş kir. Pişt re pêşnûmeyên biryarê yên erkên serdema nû diyar dikin hatin nîqaşkirin. Di vê beşê de ji bo bikarin li ser xeta Serokatî partîbûnê pêş bixin bi yekîtiyên karker, ciwan û jinan re biryara rêxistinkirina ERNK’yê, di berxwedana çekdarî de sererastkirina teqtîkî û bi navê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan-ARGK ji nû ve rêxistinkirina HRK´ê tê girtin. Dîsa biryara damezrandina Akademiya Mahsum Korkmaz tê girtin. Li ser esasê bîranîna Mahsum Korkmaz di salekê de xwe gihandina asta bolûkên gerîla wekî hedef hate danîn. Rêber Abdulah Ocalan di partîbûn, artêşbûn û enîbûnê de plannameyekê çar sal, berfireh, xwedî armancên mezin pêşkêş dike. Di Kongreyê de hejmara endamên Komîteya Navendî derdixînin 25’an û hildibijêrin. Delegeyên tevlê Kongreyê bûn li ser xeta Kongreya 3’yêmîn bi sozên takekesî yên tevlêbûna partiyê di xwe de dihewîne û girêdayê erêkirina Rêber Abdulah Ocalan di hemû partiyê de ji nû ve pêvajoya têvlêbûneke rast dane destpêkirin. Li ser vê bingehê Kongreya 3’yêmîn bi serkeftî temam bû, di xeta azadiya jin de bîrdoziya azadiyê kûr kir, li ser xeta gerîla pîvanên kadro-mîlîtan ên fedaî zelal û bi hêztir kir. Kongre li ser van esasan ji nû ve têşe da PKK´ê.
Kanûn 1986:
Li ser bingehê Kongreya 3’yêmîn “Akademiya Mahsum Korkmaz” hate damezrandin û dewreya wê ya destpêkê li ser esasê pratîzekirina encamên kongreyê hate rêxistin kirin. Di serî de tasfiyegeriya Terzî Cemal hemû nêzîkatî, xwe ferzkirinên tasfiyeger hatin derbas kirin, encamên derketine ber bi welat ve hatin birin û pêngava kongreyeke bi hêz hate pêşxistin. Akademî, heya payîza 1992’an tam şeş sal perwerde da, bû dibistana gerîla û partiyê. Rêber Abdulah Ocalan hemû xebatên xwe yên teorîk, perwerde, propaganda û rêxistinbûnê di vê Akademiyê de meşand. Li dijî her awa çetegerî û şaşîtiyê li ser bingehê Akademiyê têkoşîna bîrdozî da, teoriya gerîla û perwerdeya wê ya pratîk di vê akademiyê de pêşxist. Akademiya Mahsum Korkmaz li Kurdistanê gerîlayê afirand, bû çavkaniya berxwedana nayê şikandin.
Kanûn 1986-Adar 1987:
Ferhat û Cemalê Kor, ji bo veguhestina encamên Kongreyê ji hêza welat re hatin erkdar kirin. Herdu jî di Kongreyê de ji bo endamtiya Komîteya Navendî hatibûn hilbijartin. Dema çûyîna welat Rêveberiya Îranê dest datîne ser belgeyên Kongreyê û destûr nade bibin Kurdistanê. Cemalê Kor vê rewşê ji bo xwe wekî fersendekî dît û encamên Kongreya 3’yêmîn wekî “Rewşenbîr winda kirin, gundî bi ser ketin” şîrove dike, xetekê çeteger, feodal-komploger a li gor xwe pêşdixe û hewil dide bi Şêxmûs (Şah Îsmaîl Al) re dest deyne ser rêveberiyê. Ji ber vê li qadên Rojhilat, Arê û Xakûrkê civîn têne çêkirin. Platformên rexne-rexnedayînê ku Partî wekî rêbaza pêşketinê û çareseriyê digire dest kiribûn zemîna revandin û teslîm girtinê. Biryara Kongrê ya “Qanûna Leşkertiya Mecbûrî” xirab hate bikaranîn û bi vî awayî gel û partiyê anîn hemberî hev. Ji ber van sedeman encamên Kongreya 3’yêmîn bi awayekî rast û têrker li ser pratîk û li hêza welat bandor çênekir û di encamê de hêz nekarîn xwe ji bo pêngaveke pratîkê amade bikin. Li ser vê esasê Rêber Abdulah Ocalan bi talîmatan “Riya navîn (orta yolcu) û feodal-komploger mehkûm kir, xwest tasfiyegeriya çete-komploger ku di Cemalê Kor de şênber dibe tasfiye bike û hêza partiyê ya li qadê arasteyê pêngava gerîla bike.
18’ê Gulanê-Tebax 1987:
Li ser bingehê encamên Kongreya 3’yêmîn li Mêrdîn û Botanê pêngaveke bi hêz a gerîla tê destpêkirin û di salên 1987-88’an de ev pêngav tê mezinkirin. Çalakiyên bi hêz ên gerila derbên giran li artêşa TC ya faşîst tê xistin û berxwedan tê pêşxistin. Di nava vê berxwedana mezin de ku Rêber Abdulah Ocalan wekî “Pêngava Qehremantiyê” bi nav kir bi sedan fermandarê gerîla û şervan şehîd ketin. PKK bû partiya van şehîdan. Rêheval Orhan(Hûseyîn Sariçîçek) 18’ê Adarê li Geliyê Hêzil bi dijmin re kete pêvçûnê, piştî pêvçûnekê bi 3 rojan şehîd ket. Demeke dirêj parêzvaniya(yakin koruma) Rêber Abdulah Ocalan kiribû. Endamê Komîteya Navendî Rêheval Bedran Sevgat(Mehmet Sevgat) di 8’ê Nîsana 1987’an de li Şemzînanê şehîd ket. Dîsa di 5’ê Hezîrana 1987’an de Rêheval Hogir(Mehmet Ata Aslan) şehîd ket ku pişt re wekî “Remza Ciwantiyê” tê îlan kirin. Rêheval Erdal(Mehmet Yondem) li Botanê di meha Tebaxê de şehîd ket. Di Kongreya 3’yemîn de ji bo endamtiya Komîteya Navendî hatibû hilbijartin û di Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê de erkê Cîgirtiya Fermandartiyê meşandibû. Berxwedanên wiha yên gerîla li Kurdistanê otorîteya partiyê pêşxist.
17’ê Tîrmehê 1987:
Dewleta TC’yê bi hevkariya NATO’yê li Kurdistanê “Rewşa Awarte” îlan kir. Li ser vê bingehê Walîtiya Herêma Rewşa Awarte û Qolorduya Taybet hate avakirin. Kurdistanê derxistin derveyî Qanûna Bîngehîn a heyî, xistin bin kontrola rêveberiyeke taybet. Bi vî awayî xwestin şerê taybet kûr û rêxistin bikin. Di çarçoveya NATO’yê de ji bo îmha û tasfiyeya PKK’ê plana êrîşêkê navnetewî hate amadekirin û di navbera salên 1987-88’an de xistin dewrê. Li ser vê bingehê şerê Îran-Iraqê hate sekinandin. Li dijî gerîla bi navê “Tevgera Sandwîç” êrîş hatin meşandin. Rêveberiya Partiyê ya Ewropayê hate girtin û pêvajoya wekî “Doza Dûseldorfê” tê zanîn hate pêşxistin. Li ser Rêber Abdulah Ocalan komplo û êrîş hatin zêdekirin. Di heman demê de êrîşên nû yên tasfiyeger jî hatin rojevê. Li ser vê bingehê di Gulana 1988’an de ji hêla Kesîre Yildirim û Parêzer Hûseyîn Yildirim ve li Ewropayê damezrandina “Yekîtiya Şoreşgerên PKK´ê” hate îlan kirin, bang kirin ku kadro tevlê vê partiyê bibin.
31’Cotmehê 1987:
Di çarçoveya biryarên Kongreya 3’yêmîn de li Ewropayê kongreya jin hate lidarxistin û Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê-YJWK hate damezrandin. Bi heman awayî kongreyên ciwan û karkêran jî hatin kirin. Li ser vê esasê Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Şoreşger a Kurdistanê û Yekîtiya Karkêrên Welatparêzên Kurdistanê hatin damezrandin. Bi vî awayî xwestin ERNK’yê rêxistin bikin û xebatên li Ewropayê li ser esasê yekîtiyên girseyan pêşbixin. Dîsa di sala 1982’an de HUNERKOM hate rêxistinkirin. Li ser vê bingehê xebatên hunerî hatin pêşxistin.
Sibat-Nîsan 1988:
Piraniya Rêveberiya PKK´ê ya Ewropayê hatin girtin û pêvajoya dadgeha Dûseldorfê hate destpêkirin. Komara Fedaral a Elmanyayê hewlda Rêber Abdulah Ocalan jî tevlê dozê bibe, lê xebatên Elmanyayê encam negirtin. Dîsa Elmanyayê hewlda di nava PKK´ê de îtîrafkariyê pêşbixe, lê ev hewldanên wan jî binket. Bi vî awayî hêj di destpêkê de doz û lîstoka heyî vala derket.
16’ê Adarê 1988:
Ji hêla hêzên Sedam Hûseyîn ve li Başûrê Kurdistanê li bajarê Helepçeyê bi çekên kîmyevî qetlîam hate kirin. Piştî şerê Îran-Iraqê Rêveberiya Sedam Hûseyîn ji rewşa heyî dixwaze sûdê bigire, li ser vê bingehê dixwaze Başûrê Kurdistanê ji nû ve û bi temamî têxe jêr kontrola xwe. Ji ber vê Rêveberiya Sedam Hûseyîn hevdîtinên veşartî yên di navbera herdu dewletan de destpêkiriye ji bo xwe wekî fersendekî dibîne û li ser vê esasê piştî 19’ê Sibatê wekî heşt qonax êrîşên Enfalê dide destpêkirin. Di van êrîşên qirker ên ewil de, piraniya wan zarok nêzîkê pênc hezar Kurd di Qetlîama Helebçeyê de bi gazên kîmyevî hatin şehîd kirin.
Sibat-Gulan 1988:
Rêber Abdulah Ocalan, di Akademiya Mahsum Korkmaz de li dijî “Êrîşê Rewşa Awarte” ku Dewleta TC û NATO´yê bi hev re bi awayekî plankirî pêş dixistin du dewreyê gerîla çêdike. Di van dewreyan de bi gelemperî şer, wekî taybet jî li ser şerê gerîla nirxandinên berfireh ên teorîk pêşdixe. Êrîşên dijmin ên girêdayê “Teqtîka Ors-Çakûç” dimeşîne bi teqtîk û şêwazên gerîla vala derxist, têkbir. Bi vî awayî li ser şervantî û fermandariyê perwedeyekê bi hêz pêşxist û arasteyê Kurdistanê kir, di encamê de êrîşên TC yên bi piştgiriya NATO’yê pêşdiketin têkbir, bin xist.
1-25’ê Gulanê 1988:
Endamên Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Sebrî(M. Emîn Aslan) roja 1’ê Gulanê li Mêrdînê, Rêheval Cimşît(Ahmet Kesîp) jî roja 25’ê Gulanê li Şemzînanê di pêvçûnan de şehîd ketin. Dîsa 1’ê Nîsanê di bin fermandartiya Rêheval Delîl(Velî Yaşar) de di Berxwedana Mezin a Bagokê de jî bîst gerîla şehîd ketin. Li ser vê esasê berxwedanên hatin pêşxistin êrîşên şerê taybet ên TC û NATO’yê vala derxistin û gerîla bi vî awayî ji her milê ve xwe pêşxist.
31’ê Gulan-Hezîranê 1988:
Rojnameger Mehmet Alî Bîrand çû Akademiya Mahsum Korkmaz û bi Rêber Abdulah Ocalan re hevpeyvîn kir. Ev, bi çapemeniya Tirk re dibû hevpeyvîna destpêkê ya Rêber Apo. Hevpeyvîn di rojnameya Milîyetê de tam hefteyekê di bin sernivîsa “Va Apo Va PKK” de hate weşandin. Herçiqas Rêveberiya Turgut Ozal xwest weşanê bide rawestandin jî serkeftî nebû. Hevpeyvîn di raya giştî ya Tirkiye û dinyayê de deng veda. Roportajan bi wêneyên Akademiyê re dayîn rastiya Rêber Apo û PKK´ê cara yekem bi vê awayî raxist ber çavê raya giştî. Pişt re hejmarake zêde rojnamevan hatin Akademiyê bi Rêber Abdulah Ocalan re hevpeyvînan kirin û gerîla dane nasîn. Bi vî awayî weşandina hevpeyvînan xebatên girseyî pêşxist û tevlêbûna gerîla zêde kir.
Hezîran-Tîrmeh 1988:
Civîneke Rêveberiya Pratîkî hate kirin. Civîn li Botan Herekolê dest pê kir, li Pîroyê xilas bû. Di vê civînê de pratîkên li dijî gel û pratîkên çetewarî yên wekî Nîzametîn Taş, Şemdîn Sakik û hwd. hatin rexnekirin. Encam ji Rêber Abdulah Ocalan re hatin rapor kirin û li ser vê bingehê di Akademiya Mahsum Korkmaz de talîmat û nîqaşên ku çetegeriyê rexne û mehkûm dikin hatin pêşxistin.
12’ê Tîrmehê 1988:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Kasim(Numan Baxci), li Qada Xerzan Kozlukê bi Artêşa TC’yê re dikeve pêvçûnê û şehîd dikeve.
Mijdar 1988:
Li Stenbolê Kovara mehane ya bi navê “Vejîna Civakî” dest bi weşana xwe kir. Lê tenê karî şeş hejmar derxîne. Ev ji hêla dewletê ve hatibe qedexekirin kirin jî, piştî demekê xebata heyî bi navên wekî “Ûlke”,Ozgûr Gûndem”, “Ozgûr Halk” û “Azadiya Welat” hate berdewam kirin. Li Kurdistanê di payîza 1978’an de xebatên çapemeniya azad û weşangeriya şoreşgerî di şertên îlegal de destpêkir, piştî 1982’an li Ewropayê ev xebat hatiye berdewamkirin, piştî 1988’an jî bi riya metropolan dûbare tê Kurdistanê. Bi vî awayî bi saziya Çand-hunerê NÇM û bi saziya siyaseta demokratîk HEP’ê re yekem sazîbûna netewa demokratîk dihate avakirin.
19’ê Çile 1989:
Jina Kurd a Êzidî Rêheval Bêrîvan (Binevş Egal), li navenda Cizreyê bi dijmin re kete pêvçûnê û şehîd ket. Ji Ewropayê tevlê bibû û di xebatên Kongreya 3’yêmîn de cihê xwe girtibû. Şahadeta wê li ser jinên Botan û gelê wê bandoreke pir mezin çêkir.
Îlon-Cotmeh 1989:
Li herêma Botan Textareşê bi armanca çareserkirina pirsgrêkên têkoşîna gerîla civînekê hate kirin ku wekî “Konfernasa Textareşê” tê zanîn. Di vê civînê de lazim bû li ser bingehê xeta Serokatî pirsgrêkên gerîla hatiba nîqaş kirin, lê dewsa wê kesayetên wekî Botan, Ebubekîr, Hogir û Şemdîn Sakik xwestin pratîkên xwe yên çetewarî rewa bikin. Xelata serkeftinê ya ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hatibû şandin dane Hogir. Rêber Abdulah Ocalan dema encamên civînê fêr dibe konferansê wekî “Xeta Çetegeriyê” pênase dike, ji ber vê konfenasê betal dike. Li ser vê bingehê bi pêşxistina talîmatan “Xeta çeteya çarmendî (çar kesî)” û “Çetegeriya Aware-asî” hate rexne kirin, bi vî awayî di nava gerîla de têkoşîna pêşengtiya bîrdozî hate gurkirin. Hate nirxandin ku çetegeriya li ser gerîla tê ferzkirin pêşengtiyê ji rê derxistine, bi vî awayî dixwazin di gerîlatiyê de pêşengtiya partiyê ji holê rakin, dixwazin gerila ji pêşengtiya rêxistinî, polîtîk û îdeolojîk a partiyê qut bikin, bikin rêbir-eşqiya, lazim e li dijî vê ferasetê li her qadê bi awayekî çalak xebatên partîbûnê, têkoşîna bîrdozî û perwerdeyê bêne pêşxistin.
25’ê Çile 1990:
Hevalê zaroktiya Rêber Abdulah Ocalan Rêheval Hemze(Hasan Bindal), di Akademiya Mahsum Korkmaz de bi komploya feraseta çetegeriyê ve şehîd hate xistin. Rêber Abdulah Ocalan di merasîma cenazeyê de hazir bû û êrîşê yekser wekî hedef girtina xwe nirxand û diyar kir ku lazim e di nava gerîla û partiyê de li dijî her awa çetegeriyê têkoşîna xetê zêdetir bê pêşxistin, mezinkirin.
13’ê Adarê 1990:
Gelê Nuseybînê Rêheval Kamûran Dûndar, Hecî Ebdûlkerîm Temel û endamên Komîteya Navendî Silêman Aslan û Abdulah Avci jî di navê de bi merasîmeke berfireh xwedî li 14 gerîlayên şehîd ketine derketin. Vê rewşê tirsa li ser girseyê şikand, di serî de jin hemû gel derkete kolanan û çalakiyên şermezarkirinê dane destpêkirin. Ev tevgera girseyî ku wekî serhildanên gel dihate bi nav kirin gund bi gund, qeza bi qeza belav bû, bi vî awayî civaka Kurd ji dewleta mêtînger qut bû, Şoreşa Vejîna Netewî pêşket. Şoreşa Vejîna Netewî, li Kurdistanê hem bû destpêka netewa demokratîk, hem jî bû destpêka Şoreşa Azadiya Jinê.
21’ê Adarê 1990:
Jina Kurd a çeleng Zekiye Alkan roja Newrozê derkete ser Sûrên Amedê û bi gotina “Newroz wiha tê pîroz kirin” bedena xwe da ber agir. Vê çalakiyê li ser civak û jinan bandoreke mezin û erênî çêkir. Rêber Abdulah Ocalan vê bûyerê wekî “Berxwedêriya Mazlum Doxan” pênase kir.
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/08/kronolojiya-pkke-besa-6/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/05/kronolojiya-pkke-besa-5/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/01/kronolojiya-pkke-besa-4/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/29/kronolojiya-pkke-besa-3/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/26/kronolojiya-pkke-besa-2/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/24/kronolojiya-pkke-besa-1/