Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 Gerîlayan eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/11/2020 - 13:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 Gerîlayan eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û gerîla Mucahîr Dûman bi nasnav Karker Qewalî û Agît Agiş bi nasnav Agît Argeş ên 31’ê Cotmeha 2019’an li Wanê şehîd bûn, gerîla Narîn Oso bi nasnav Zinarîn Kobanê û Elîf Eylem Onkol bi nasnav Stêrk Darahênê yên Mijdara 2019’an li Amedê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 31’ê Cotmeha 2019’an de li navçeya Payîzava ya Wanê dema ku du hevrêyên me li qada Nodikê bi erka xwe radibûn, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir. Di dema vê operasyonê de di navbera hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî û gelek dagirker hatin cezakirin. Hevrêyê me Agîd di şer de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me karker jî ku heta dawiya fîşekên xwe şer kir, ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Karker Qewalî
Nav paşnav: Mucahîr Dûman
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şefîka-Alî
Dem û cihê şehadetê: 31’ê Cotmeha 2019 / Wan
  Nasnav: Agît Argeş
Nav paşnav: Agît Agiş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Besna-Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 31’ê Cotmeha 2019 / Wan

Hevrêyên me Agît û Karker li Wanê li nava malbatên welatparêz ji dayik bûn û ji biçûkaniya xwe ve Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kirin. Her du hevrêyên me, di pêvajoyekê de ku dewleta Tirk a faşîst hewl dida bi navê ‘Pêvajoya Çareseriyê’ tevgera me tasfiye bike û plana têkbirina gelê me xiste meriyetê, ji bo bersivê bidin van polîtîkayên qirêj ên dijmin tevlî nava refên gerîla bûn.

Hevrêyên me Agît û Karker ku li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn, piştî demeke kurt di xeta leşkerî ya demê de profesyonel bûn û bi taybetî li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser eyaleta Wanê, bi rêbaza fedayîtiyê têkoşiyan. Ev hevrêyên me yên hêja ku di heman demê de bi rengekî eşkere rastiya dijmin dîtin, di îdeolojiya Rêber Apo de xwe kûr kirin û bersiva herî bi wate û şênber dan pirsa ‘divê çawa bê jiyîn’. Sekna wan a jiyanê bandora xwe li rêbaza wan a têkoşînê kir. Hevrêyên me Agît Karker bi rengekî pak û dilnizm nêzî hevrêyên xwe dibûn, lê bi kîn û hêrseke mezin li dijî dijminê faşîst tevdigeriyan. Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku ji bilî qirkirin û asîmîlasyonê alternatîfeke cuda naye gelê me, hêrsa xwe bi rêxistin kirin, ev êrişên dijmin ji bo xwe kirin hinceta têkoşîneke hîn xurtir û bi vî rengî bi daxwaz û fedakariyeke mezin tevlî her kar û wezîfeyê bûn.

Hevrêyên me Agît û Karker herî dawî li navçeya Payîzava ya Wanê li qada Nodikê li derdora gundê Koxonê dema ku bi erka xwe radibûn li dijî dijmin şer kirin û bi rêbazeke ku li fedayîtiya Apoyî tê têkoşiyan, kirin ku dagirker gelek kuştiyan bidin. Di vî şerî de hevrêyê me Agît heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Karker jî di vî şerî de birîndar bû û ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.

Hevrêyên me Agît û Karker ku bi jiyan û têkoşîna xwe bersiv dan pirsên ‘divê çawa bê jiyîn, çawa şer bê kirin’ a li ser xeta Apoyî. Em soz didin ku em ê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya hevrêyên xwe Agît û Karker bi hişmendî û berpirsyariyê bi ser bixînin.

Di Mijdara 2019’an de hevrêyên me Zinarîn û Stêrk li navçeya Pîranê ya Amedê li qada Şehîd Brûsk dema ku bi erka xwe radibûn, di encama êrişa hewayî de şehîd bûn. Ji ber şert û mercên zivistanê û şer, agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn nû eşkere bûn.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Zinarîn Kobanî
Nav paşnav: Narîn Oso
Cihê jidayikbûnê: Kobanî
Dayik-Bav: Adle-Mûhammed Alî
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2019 / Amed
Nasnav: Stêrk Darahênê
Nav paşnav: Elîf Eylem Onkol
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Şefîka-Giyasettîn
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2019 / Amed

Hevrêya me Zinarîn li warê berxwedana rûmetê ya mirovahiyê li nava malbateke welatparêz a Kobanê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wê, hîn ji zarokatiyê ve Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hevrêya me Zinarîn bi Şoreşa Rojava re bi awayekî çalak tevlî karên şoreşê bû. Dema ku faşîzma DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kir, rahişt çekê û li eniyên herî pêş şer kir, bi mîsyona pêşengiyê ya li jinên Kurd bê helwestek nîşan da û têkoşiya. Hevrêya me Zinarîn ku di dema şerê Kobanê de Tevgera Azadiyê baştir nas kir, bi taybetî bi bandora dilsoziya hevrêyan a li hev, fedakarî û felsefeya Rêber Apo berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Zinarîn dema ku gihîşt çiyayên azad hewa azadkirinê ya çiyê kişand nava cegera xwe û bi gotina wê ‘bi wateya jiyanê hesiya’. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de di demeke kurt de pêngavên mezin avêt û bû fermandareke şareza. Bi enerjiya xwe ya bêdawî pêşniyar kir ku li Bakurê Kurdistanê têbikoşe û li ser vê bingehê derbasî Eyaleta Amedê bû. li vê derê jî erk û wezîfeyên xwe bi hesasiyet û fedakariyeke mezin bi cih anî, li xaka pîroz a Kurdistanê ku bi coşeke mezin lê têkoşiya, gihîşt şehadetê.

Hevrêya me Stêrk li Çewlikê ji dayik bû ku dewleta Tirk a faşîst bi şerê taybet ê li Kurdistanê ji bo temamkirina qirkirina Kurdan giraniyê dide ser vî bajarê Kurdsitanê. Li gel polîtîkayên qirker û asîmîlasyonê yên dijmin, bi çanda berxwedana welatparêziyê ya gelê Çewlikê ya bi pêşengiya hevrêyên me yên pêşeng Mehmet Hayrî Dûrmûş û Mehmet Karasûngûr mezin bû. Hevrêya me Stêrk baweriya xwe bi wê yekê anî ku bi şerê li çiyê tol dikare ji dewleta Tirk a qirker û dijminê Kurdan û jinan bê hilanîn û bi vî rengî rejîma faşîst a paşverû ji holê bê rakirin. Bi vê têgihiştinê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Stêrk ku bi enerjiya ciwantiyê û daxwazeke mezin a têkoşînê tevlî karên gerîla bû di demeke kurt de xwe li şert û mercên giran ên Bakurê Kurdistanê anî û xwe şareza kir. Li gel temenê xwe yê ciwan bi kesayetiya xwe ya dilnizm û têgihiştî, bi kedkarî wezîfeyên şoreşê bi cih anî. Hevrêya me Stêrk bi tevlîbûna li nava refên gerîla re di heman demê de wasiya Şêx Seîd jî bi cih anî ku gotibû ‘Bila neviyên min me nede ber şermê’. Li warê Şêx Seîd li Pîranê şehîd bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji xelkên Wan, Kobanê û Çewlikê, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê li ser şopa xeyalên hevrêyên xwe bin û li Bakurê Kurdistanê û her deverê têkoşîna azadiyê mezin bikin.”

 

1 Ji 18
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk a dagirker li Çiyayê Cûdî ‘qedexe’ ragihand

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xanturê weşand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xanturê weşand

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xanturê weşand

Şoreşgeriya demên krîtîk

Şoreşgeriya demên krîtîk

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.