BEHDÎNAN – Di 43’emîn salvegera damezirandina PKK’ê de 23 Jinên Ciwan û Ciwanên ji başûrê Kurdistanê li dijî yên ku dixwestin Kurdistanê bifroşin û dagir bikin beşdarî nava refên PKK’ê bûn.
Bi vê boneyê Ciwanê ku nû tevlî nava refên Gerîla bû ê bi navê Soran Mihemed Qadire nerînên xwe ji me re parvekir û got: ji başûrê kurdistanê tevlê refên gerîlla bûm. Di vê pêvajoya dîrokî, kû gelê me têde derbas dibe. Welat firoşan jibo berjewendiyên xwe, tevahî mal û qutê gelê me ji xwe re talan dikin. Jiber vê jî ez û komek hevalên xwe me biryar da em tevlê refên gerîlla bibin, jibo kû em bikarin başûrê welat biparêzin. Xwîna ewqas şehîdên Enfal, ewqas şehîdên kû hatine teror kirin em li erdê nehêlin.
Ji ber vê û bi vê biryardariyê me beşdariya refên gerîlla kirye, kû van hêzên xwe firoş ên li başûrê Kurdistanê xwîna mîllet vedixwen, şehîdên Kurdistanê nekin ya xwe. Şehîd yê tevahî welatin û em hatine ku van Şehîdên Enfal û ew 8 hezar şehîdên ku li Berzan şehîd bune, xwedî derkevin. Em biryardariya xwe dubare dikin ji bo azadiya Kurdistanê û em hêvî dikin ku tevahî ciwanên başûrê Kurdistanê bi vê pêvajoya hestiyar bihesin û nehêlin dijminê dagirker û xwînmij karibe welatê me talan bike.
Ji ber vê gere tevlêbuna refên gerîlla pêwîst were dîtin. Werin em bi hevre li serê van çiyan, welatê xwe li hember van dijmin û îxanetkarên hundirîn biparêzin. Herkes berpirsyartiya xwe pêkbîne û werin em bi hevre gelê xwe biparêzin.