4-13’ê Gulanê 1990:
Wekî amadekariya Kongreya 4’emîn Konferansa 2’yemîn a PKK´ê li Akademiya Mahsum Korkmaz hate kirin. Pêkhateya kadroyên li Akademiyê tevlê Konferansê bûn. Konferans ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hate rêvebirin û di her mijarê de nirxandinên berfireh kir. Konferansê pêvajoya siyasî û leşkerî nirxand, mijarên lazim e di asta kongreyê de bibin biryar, bêne plankirin zelal kir. Dîsa her awa çetegeriya ku li ser gerîla tê fezkirin rexne û mehkûm kir, li dijî ferasetên çetegerî girîngiya pêşxistina têkoşîna xeta rêxistinî-bîrdozî destnîşan kir. Encamên Konferansê ji welat re hatin neqil kirin, herçiqas li ser vê bingehê xwestin kongreyê bikin jî ji ber pêşketinên girîng ên siyasî û leşkerî kongre dereng ket.
26’ê Hezîranê 1990:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Îsmaîl Îbrahîm li Elbakê di pêvçûnê de şehîd ket. Rêheval Îsmaîl li Rojavayê Kurdistanê pêşengê koma destpêkê bû ku tevlê Tevgera Azadiyê bibû.
24’ê Tîrmehê 1990:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Harûn(Şehmus Yîğit), li Qada Gerdî nêzî Ava Hecîbeg dema perwerde dida di encama qezayeke de şehîd ket. Li Amed Navçeya Çêrmûkê hatiye dinê û dema li Dêrsîmê xwendekar e bi Cuma Tak û Mehmet Sevgat re tevlê tevgerê bibû.
2’yê Tebaxê 1990:
Artêşa Iraqê kete Kuweytê û di şevekê de dagir kir. Rêveberiya Kuveytê ji welat reviya. Rêveberiya Amerîkayê pêşî piştgirî da dagirkeriyê, pişt re bi hinceta dagirkeriyê li dijî Rêveberiya Sedam Hûseyîn kete nava liv û tevgerê. Ji hêlêkî ve xwest tifaqekê herêmî û kûrevî ava bike, ji aliyekê din ve jî di serî de Kendav xwest Rojhilata Navîn bi çek û leşkerê xwe tijî bike. Bi vî awayî pêvajoya têkoşîn û gengeşiya ku jê re dibêjin “Qeyrana Kendavê” destpêkir. Rêveberiya Yekîtiya Sovyetan nekarî destekê bide hevkarê xwe-Rêveberiya Iraqê, vê rewşê pêvajoya hilweşandina Rêveberiya Yekîtiya Sovyetan leztir kir. Rêveberiya Amerîkayê piştî amadekariyan, şeveqa di 17’ê Çileya 1991’an de ji hewa ve dest bi bomberana Bexdayê kir. Roja 27’ê Sibatê ji Kendavê leşker derxiste Kuweytê û derbeke giran li artêşa Iraqê da. Ji ber vê Rêveberiya Sedam Hûseyîn leşkerên xwe yên li Bakur û Başûrê Iraqê kêşa derdorê Bexdayê û bi vî awayî di yekcarî de Irak bû sê parçe û Başûrê Kurdistan ji serweriya dewletê rizgar bû. Ev rewş hem ji hêla dinya û herêmê ve û hem jî ji hêla Kurdistanê ve pêvajoyeke nû ya siyasî-leşkerî derxiste holê. Pişt re hemû pêşketinên siyasî-leşkerî yên di asta kûrevî û herêmî de derketin holê li ser vê rewşê pêşketin. Rêber Abdulah Ocalan rewşa derketiye holê nirxand; diyarkir ku hem Rêveberiya Sedam Hûseyîn wê bi temamî ji holê rabe, hem jî di rewşa heyî de Amerîka bi hêz nebûye, berovajî lawaz ketiye.
26-31’ê Kanûnê 1990:
Kongreya 4’emîn a PKK´ê li Qada Heftanîn a Başûrê Kurdistanê, li qadên azad yên di bin serweriya gerîla de hate kirin. Ev kongre piştî kongreya yekemîn dibe kongreya duyemîn ku li Kurdistanê hatiye kirin. Rêber Abdulah Ocalan Kongreya 4’emîn wekî “Kongreya Gel” penase kir. Ji herêmên cuda yên şer derdorê 80 kadro tevlê kongreyê bûn. Kongreyê hem pêvajoya nû ya bi qeyrana Kendavê destpêkiriye girt dest hem jî encamên pratîka şerê çar salan nirxand. Çetegeriya li ser gerîla tê ferzkirin mehkûm kir. Ji ber pratîka çetegerî di derbarê Şemdîn Sakik de biryara lêpirsînê da. Li ser xeta Rêbertiyê biryara pêşxistina pêşengtiya partiyê da. Dîsa biryarên wekî mezinkirina artêşê, afirandina qadên sor, bi vî awayî avakirina herêmên rizgarî hatin girtin. Kongre di bin bandora giran a Şerê Kendavê de pêkhat. Ji ber vê yekê ji bo kongreyê bi lez temam bikin û xwe bigihînin qadên şer hin xal hatin nerm kirin. Li şûna platforma rexnedayînê ji Rêbertî re nivîsandina raporên takekesî yên rexnedayînê têrker hate dîtin. Xebatên kongreyê bi hilbijartina Komîteya Navendî hate temam kirin. Jixwe piştî kongre temam bû şûnde di nava demeke kûrt de Şerê Kendavê dest pê kir. Mehmet Şener ku di zindana Amedê de maye û tevlê Kongreya Yekemîn jî bûye xwest fikrên xwe yên li dijî gerîla bi rêbazên qirêj di kongreyê de bi bandor bike, lê serkeftî nebû.
Adar-Gulan 1991:
Rêber Abdulah Ocalan hem ji ber pratîka girtîgehê û hem jî ji ber nêzîkatiya wî ya neyînî yê li beramberê gerîla piştî Kongreya 4’emîn erkê pratîkî neda Mehmet Şener û ji bo zelal bibe xiste lêpirsîne. Mehmet Şener ji hêla Sari Baran û Ebdurehman Kayikçi ve ku lêpirsînê didan meşandin hate revandin, bi hev re derbasê Rojava bûn. Li vir “PKK Vejîn” damezrandin. Li ser vê esasê li dijî partiyê xebatên parçe kirinê pêşxist. Xwest bandor li ser zindanan bike. Rêber Abdulah Ocalan vê feraseta tasfiyeger-provokatîv a li dijî gerîla mehkum kir. Koma tasfiyeger bê ku zêde zirar bide hate asteng kirin. Lê derbaskirina vê wext girt û westandin çêkir. Rêber Apo vê rewşê nirxand û kadroyên ji zindanê derketine li Akademiyê kom kir û biryar da konferansa zindanê çêke.
7’ê Hezîran’ê 1991:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Ebdulqadir Bekiroxlu ku bi navê “Tercûman Yusuf” dihate nasîn li Çiyayê Cudî şehîd ket. Rêheval Yusuf ji Hesenkeyfê û bi eslê xwe Ereb bû, demeke dirêj li gel Rêber Abdulah Ocalan wekî tercûman erk meşandibû. Berê jî, di 29’ê Adara 1991’an de li xeta Cudî-Heftanînê Rêheval Kara Omer(Haydar Altûn) şehîd ketibû.
8’ê Hezêranê 1991:
Ji bo valatiya ku li Başûrê Kurdistanê derketibû holê bi xeta azadiyê bê dagirtin li ser bingehê nirxandinên Rêber Abdulah Ocalan Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK hate damezrandin. Di meha Cotmeha 1992’an de di şerê Başûr de hêzên PDK û YNK’ê herî zêde PAK kirin hedef.
19’ê Hezîranê 1991:
Endamê Komîyeta Navendî ya PKK´ê Rêheval Mahîr(Ahmet Gûler), li Qada Serhedê di pêvçûnekê dijmin de şehîd ket. Rêheval Mahîr ji qada Serhedê bi Akîf Yilmaz, Mahîr Can û Îdrîs Okmen re wekî koma destpêkê tevlê Tevgera Azadiyê bibûn.
7’ê Tîrmehê 1991:
Partiya Kedê ya Gel(HEP) ku ji ber têkoşîna gerîla ji bo nirxandina rewşa siyaseta demokratîk hatiye damezrandin, Serokê wî yê Bajarê Amedê Vedat Aydin ji hêla kontrgerîla ve hate qetilkirin. Berê di girtîgehê de mabû û welatparêzêkî têkoşer bû. Piştî çend rojan cenazeyê wî li nêzî Erxeniyê hate dîtin. Li Amedê merasimeke dîrokî hate kirin. Bi tevlêbûna sed hezaran, cenazeyê spartin axê. Kontrgerilayên TC’yê êrîşê merasima cenazeyê kirin û ji bîst zêdetir welatparêz hatin qetilkirin. Bûyera Vedat Aydin ji milekî ve hem bû lûtkeya serhildanên gel hem jî êrîşên kontrgerîla.
23-28’ê Tebaxê 1991:
Konferansa Berxwedana Zindanê ya 1’emîn a PKK´ê, bi tevlêbûna 50 kadroyên ku ji zindanê derketine li Akademiya Mahsum Korkmaz hate kirin. Konferansê Rêber Abdulah Ocalan amade kir û rêvebir. Beriya konferansê nîqaş û amadekariyên girîng hatin kirin. Konferansê hest, fikir û nêzîkatiyên bi Xeta Berxwedana Zindanê ya 1982’an re nakok in mehkûm kir û li ser vê esasê biryarên girîng ên bi xeta Serokatî re yekbûnê pêşdixe girt. Bi vî awayî li zindanan bandora tasfiyegeriya Mehmet Şener bi temamî hate derbas kirin. Bi asta xwe ya rexne û rexnedayînê kadroyên ji zindanê derketin û hêza kadro ya li zindanê bi rastiya gerîla re kire yek.
20’ê Cotmehê 1991:
Li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext hate kirin. Serokwezîr Mesût Yilmaz konsepta şerê taybet-faşîst a topyekûn ku ji hêla endamê kontrgerîla û Serokê Erkana Giştî Doxan Gûreş ve hatibû amadekirin mohr kir. Piştî vê Mesût Yilmaz biryara hilbjartina pêşwext da. Serokê Giştî yê SHP´ê Erdal Înonû xwest bi HEP’ê re tifaqa hilbijartinê bike. Lê heman Erdal Înonû bi hinceta ku li Parîsê tevlê Konferansa Kurd bibûn, wekilên Kurd ên partiya xwe ji partiyê avêtibû, wan wekîlan jî HEP’ê damezrandibûn. Rêber Abdulah Ocalan polîtîkaya Erdal Înonû guncav dît û bi vî awayî bi tifaqa SHP-HEP ketin hilbijartinê. Piştî hilbijartinê hikûmeta koalîsyona DYP-SHP hate damezrandin. Partiya Kedê ya Gel(HEP) ji lîsteya SHP´ê ji bîst zêdetir wekîl derxist û bi vî awayî di meclîsê de mafê avakirina kom li dest xist. Li ser vê esasê qada siyaseta demokratîk ji serhildanên gel bigire heya meclîsê belav dibe. Rêber Abdulah Ocalan vê rewşê di asteke de wekî ‘nermkirina têkoşîna dijwar’ nirxand.
20’ê Kanûnê 1991:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Mervan(Aydın Adsay) li navenda Sêrtê di komploya dijmin de şehîd ket. Roja 3’yê Çileya 1992’an jî endamê Komîteya Navendî Rêheval Xeyrî(Mehmet Salih Şahin) li çoltera Tetvanê ji ber aşûtê şehîd ket.
21’ê Adarê 1992:
Rahşan Demîrel ê ji Nuseybînê ye, li Îzmîr Kadîfekaleyê bi armanca pîrozkirina Newrozê laşe xwe da ber agir. Bûyer li ser Kurdên metropolan bandoreke erênî çêkir.
11’ê Gulan’ê 1992:
Rêheval Hozan Mizgîn(Gurbet Aydin) dema di Fermandariya Eyaleta Garzanê li ser erka xwe bû li Tetvanê di pêvçûna dijmin de şehîd ket. Bi Hozan Serhed re HUNERKOM’ê damezrandibûn û di erka Berpirsyartiya Ewropayê de jî cih girtibû.
14-16’ê Tebaxê 1992:
Di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de Dewleta TC’yê bi hinceta “wê PKK serhildan bike” li Şirnexê qetlîam kir. Bi sedan mirov hatin qetilkirin û birîndarkirin. Bi sedan mal û kargeh hatin wêrankirin. Pişt re dewletê heman qetlîaman li bajar û qezayên din jî domand. Bi armanca şermezarkirina qetlîama Şirnexê roja 17’ê Tebaxê li Hewlêr û Silêmaniyeyê xwepêşandanên berfireh ên gel hatin kirin. Bi armanca astengkirina van protestoyan di êrîşê PDK’ê de Rêheval Necbîr şehîd ket.
Îlon 1992:
Girêdayê zexta giran a Dewleta TC’yê li ser Rêveberiyên Lubnan û Surîyeyê Akademiya Mahsum Korkmaz a Lubnanê xebatên xwe yên perwerdeyê da rawestandin.
20’ê Îlonê 1992:
Zanayê Kurd Musa Anter, di êrîşekî kontrgerîla de li Amedê hate qetilkirin. Ji bo perçiqandin û astengkirina serhildanan, êrîşên kontrgerîla yên gelê welatparêz dikir hedef gihiştibû vê astê.
4’ê Cotmehê 1992:
Pıştî ku Parlamentoya Başûrê Kurdistanê roja 2’yê Cotmehê biryara “Bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve” da, roja 4’ê Cotmehê hêzên TC-PDK-YNK’yê bi hev re bi piştgiriya Amerîkayê di serî de li Heftanîn û Xakurkê êrîşê hemû hêzên gerîla yên ser xeta sînor kirin. Êrîş di heman demê de hêzên PAK(Partiya Azadiya Kurdistanê) jî kire hedef. Du-sê hefte pêvçûnên giran çêbûn. Dixwestin hêzên gerîla bi temamî têxin dorpêçê û biperçiqînin. Hêzên Heftanînê piştî berxwedana sê hefteyan piraniya hêzên xwe kêşa Botanê. Hêzên Zap-Avaşîn jî xwe kêşa ser sînor. Lê di nava Rêveberiya Xakurkê de teslîmiyet pêşket. Dema rewşa dorpêçê pêş dikeve Ferhat(Osman…) bi YNK´ê re li hev dike û bi vî awayî xwe dikêşin qada Zelê ku di bin kontrola YNK’ê de ye. Hin yekîneyên gerîla vê qebûl nekirin û xwe kêşan xeta sinorê Şemzînanê. Ji Dêrsîmê Rêheval Berîtan(Gûlnaz Karataş) jî piştî ku heya guleya xwe ya dawiyê li ber xwe dide, çeka xwe dişkîne û roja 25’ê Cotmehê xwe ji zinarê bi gotina “Bijî Serok Apo” berdide xwarê. Rêber Abdulah Ocalan van pêşketinan nirxand, pêşneketina gerîlatiya rast rexne kir û feraseta teslîmiyetê mehkûm kir. Xeta berxwedana PKK´ê wekî Xeta Şehîd Bêrîtan destnîşan kir. Di dîroka PKK´ê de ji vî şerî re “Şerê Başûr” hate gotin.
12’ê Cotmehê 1992:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Şiyar(Kazim Kulu) li Botan Çiyayê Gabarê di pêvçûna dijmin de şehîd ket. Rûxmê ku di temenêkî ciwan de tevlê Partiyê bibû, li qadên cuda cuda erkên girîng dabû meşandin.
Çile-Adar 1993:
Rêber Abdulah Ocalan ji bo bikare li ser xeta gerîla kombûn û sererastkirineke çêke, texrîbatên Şerê Başûr bide derbaskirin hemû hêzê xiste perwerdê. Li ser xeta partiyê rexnedayîna fermandartiyê pêşxist. Li ser bingehê talîmatên amadekir hemû hêza fermandariyê rapora rexnedayînê nivîsand û ji platformên partiyê derbas bûn. Bi vî awayî di asteke girîng de amadekarî û serarastkirin çêbû.
17’ê Adarê 1993:
Têkiliyên Celal Talabanî bi Serokomarê TC’yê Turgut Ozal re hebû. Bi navbeynkarî û hewildana Celal Talabanî Rêber Abdulah Ocalan 25 roj agirbest îlan kir. Agirbest 20’ê Adarê destpêkir. Heya li ser hêzên gerîla êrîş çênebûna wê hêzên gerîla çalakî nekiriba. Ger pêşketin erênî bûya wê rewş hatiba nirxandin û agirbest dîsa bihata dirêjkirin. Îlana agirbestê li Lubnanê bi civîna çapemeniyê pêkhat. Ji agirbestê re eleqeyeke mezin hate nîşandan. Piştî 25 rojan bi civîneke duyemîn a çapemeniyê agirbest hate dirêj kirin. Lê roja 17’ê Nîsanê ji bo muxatabê agirbestê Turgut Ozal gotin “Mirî ye.” Rêber Abdulah Ocalan diyarkir ku “hatiye kuştin.” Li ser vê bingehê çeteya Gûreş-Agar-Demîrel-Çîler Rêveberiya TC’yê xistin destê xwe, hem li ser bingehê konsepta şerê taybet-topyekûn li dijî PKK´ê êrîş meşandin, hem jî alîgirên Turgut Ozal yên di nava dewletê de perçiqandin. Ji ber vê agirbest veneguherî pêşketineke stratejîk, di asta gavekî teqtîkî de ma. Li Kurdistanê şer bi dijwarî û berfirehtir berdewam kir.
…Hezîran 1993:
Nûnerên hilbijartî ji herêmên cuda yên Kurdistanê û derveyî welat ji bo avakirina “Meclîsa Netewî ya Kurdistanê(KUM) li Zelê kom bûn. Destpêkê eleqeyeke pir mezin hebû, lê ji bo pêşketinê zemîna pêwîst a leşkerî-siyasî li welat nedît, pêşneket, ji ber vê bi rêve neçû.
26’ê Mijdarê 1993:
Meclîsa Federal a Elmanyayê bi biryarekê PKK’ê wekî “rêxistina sûçê” dît û qedexekir. Dadgeha Dûseldorfê jî PKK’yîyên ku di navbera 24’ê Cotmehê 1989- 7’ê Adarê 1994’an de dadgeh dikir li ser esasê vê biryarê ceza da.
28’ê Çileyê 1994:
Qampa Zelê ji hêla balafirên şer ve hate bombebaran kirin.
2’yê Adarê 1994:
Wekilên DEP’î yên destnedayîna wan hatin rakirin di meclîsa TC’yê de hatin girtin. Hin ji wan ji bo neyên girtin derketin derveyî welat. Roja 16’ê Hezîranê Partiya Demokrasî DEP hate girtin.
5-15’ê Adarê 1994:
Di payîza 1993-1994’an de wekî berdewamiya Akademiya Mehsum Korkmaz Dibistana Navendî ya Partiyê vebû û dest bi perwerdeya kadro kir. Di dawiya dewreya destpêkê, navbera 15-21’ê Adarê de li Dibistana Navendî ya Partiyê Konferansa 3’yemîn a PKK’ê hate lidarxistin. Kadroyên li qadê û pêkhateya dewreyê tevlê Konferansê bûn. Rêber Abdulah Ocalan seranserê dewrê pirsgrêkên sosyalîzmê, artêşbûna jin û erkên partîbûna rast nirxand, li dijî ferasetên “noker-çeteger” û Nexweşiya desthilata zû” rexneyan pêşxist û mehkûm kir. Bi vî awayî amadekariyeke bi hêz hatin kirin. Ji ber vê yekê di konferansa 3’yêmîn de nirxandinên bi hêz hatin kirin û biryarên girîng hatin girtin. Li ser vê bingehê li dijî êrîşên şerê taybet-topyekûn ên çeteya Çîler-Gûreş-Axar amadekariyên berxwedana şoreşgerî ya topyekûn hatin kirin.
21’ê Adarê 1994:
Bi armanca şermezarkirina zêdebûna êrîşên li Kurdistanê û destek dayîna dewletên Ewropayê ji qetlîamên TC’yê re, şoreşgerên jin ên bi navê Berîvan(Nîlgûn Yildirim) û Ronahî(Bedriye Taş), li Elmanya bajarê Mannheîm’ê bedena xwe dan ber agir. Rêber Abdulah Ocalan vê helwestê wekî “Berxwedêriya Mazlûm” û “Di agir de bi şewatê azadbûn” girte dest.
14’ê Nîsanê 1994:
Rêheval Cuma(Selim Ûlker) fermandarê gerîla li Çiyayê Cudî di pêvçûna artêşa Tirk de şehîd ket. Pişt re ji hêla Kongreya Partiyê ve wekî endamê rûmetê yê Komîteya Navendî hate hilbijartin. Vê bûyerê li Botanê li ser berxwedana di sala 1994’an de pêşket bandor kir.
2’yê Gulanê 1994:
Di navbera PDK û YNK’ê de şerê navxweyî destpêkir û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser esasê Hewlêr û Duhokê bûne du beş, parçe bûn. Di sala 1995’an de Rêveberiyên Amerîka û TC’yê ji bo bikarin PDK û YNK’yê dîsa li dijî PKK´ê bînin gel hev li Dublîn, Paytexta Îrlandayê hevdîtinan dane destpêkirin.
15’ê Tebaxê 1994:
Di salvegera dehemîn a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê de Rêber Abdulah Ocalan, li Dibistana Navendî ya Partiyê nirxandinên bi hêz kir û got “Vejîn temam bû, dora rizgariyê ye.” Şeva 31’ê Tebaxê jî Dibistana Navendî ya Partiyê komkir. Di nirxandinên xwe de got “Yên digotin em ê we tine bikin bi xwe tinebûn çûn, lê em bê teredût li ser piyan in.”
27’ê Îlonê 1994:
Endamê rûmetê yê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Zeynel(Celal Barak) li Dêrsîmê di pêvçûna dijmin de şehîd ket. Rêheval Zeynel demeke dirêj di zindanên TC’yê de dîl ma û xeta berxwedana dîrokî ya zindanê di fermandartiya gerila de zindî kir.
9’ê Cotmehê 1994:
Endama Komîteya Navendî ya PKK´ê û fermandara gerîla Rêheval Azîme(Mihriban Saran), li Botan Çiyayê Herekolê di pêvçûna dijmin de şehîd ket. Hin kadroyên partiyê di salên 1980’an de derketin derveyî welat û li qada Lubnan-Fîlîstînê perwerde dîtin. Rêheval Azîmê jî di nava wan kadroyan de bû. Dîsa li navenda Colemêrgê xebatên partiyê yekem car ji hêla Rêheval Azîme ve tê destpêkirin.
8-27’ê Çileya 1995:
Kongreya 5’emîn a PKK´ê li eniyên cuda yên şer û ji qadên cuda yên xebatan bi tevlêbûna 231 delegeyên eslî û 86 delegeyên ku mafên wan ên deng dayînê nine, li qada Heftanînê Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Rêber Abdulah Ocalan ji Kongreyê re raporeke nivîskî pêşkêş kir û nirxandinên berfireh kir. Cara ewil daneyên îdeolojîk û felsefî yên guhertina paradîgmayê li vir xwe dane der. Kongre bi dirûşmeya “Bibin PKK’yî Şerê Bi Ser Bixin” hate meşandin. Kongreya 5’emîn piştî rûxandina sosyalîzma pêkhatî dibû kongreya ewil a PKK’ê. Ji ber vê yekê remza partiyê hate guhertin, di programê de hin guhertin hatin kirin, rêzik û rêziknameyeke nû ya gerîla hate amadekirin. Rêber Apo Kongreya 5’emîn wekî “Kongreya Reformê” pênase kir. Kongre pratîka şer a çar salên derbasbûyî ser bingehê rexne û rexnedayînê bi berfirehî nirxand. Pratîkên Zelê, Zagros û Amedê hatin dadgeh kirin, rêveberî bi raporên nivîskî derketin platforma rexnedayînê. Di kongreyê de li ser partîbûn, artêşbûn û desthilatdarbûna siyasî ya sor(kızıl) biryarên berfireh hatin girtin. Kongreyê Endamên Komîteya Navendî ji nû ve hilbijart û wekî kongreya sererastkirin-dadgehkirinê xebatê xwe temam kir. Rêber Abdulah Ocalan xwest Kongre li Metînayê bê kirin, li gorî vê jî li dijî operasyoneke muhtemel a TC’yê hatibû plankirin ku hêzên leşkerî xwe li ser esasê taximan ji nû ve rêxistin bikin û amadekariyan bikin. Kongre di van mijaran de di fêmkirin û pêkanîna Rêbertî de lawaz ma. Ji ber vê piştî kongreyê di civîna Komîteya Navendî de û pişt re jî Rêber Apo ji bo sererastkirina vê rewşê têkoşîneke girîng da meşandin.
8-18’ê 1995:
Kongreya 1’emîn a Jina Azad bi tevlêbûna 250 delegeyan li qada Başûrê Kurdistanê, Metînayê hate kirin. Rêber Abdulah Ocalan ji kongreyê re nirxandinên berfireh dike. Pêşiya vê, tasfiyegeriya Ferhat dixwest li Zelê qaşo kongreya jin çêke, ev ji hêla Rêber Apo ve hate redkirin û li ser vê bingehê amadekariyên bi hêz hatibûn kirin. Kongre li ser xeta azadiya jinê, rêxistinbûna jina azad û artêşbûna jinê nirxandinên berfireh kir û biryarên dirokî girt. Wekî rêxistinbûna azad û xweser biryara damezrandina “Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê-YAJK’ê” da. Li ser vê bingehê damezrandina yekîneyên jina azad kire biryar. Bi hilbijartina xebatên YAJK’ê xebatên xwe bi serkeftî temam kir. Piştî Kongreyê civîna Rêveberiyê hate kirin, lê ji ber “Operasyona Çelîk” a artêşa TC’yê kêmekî zehmetî dît.
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/08/kronolojiya-pkke-besa-6/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/05/kronolojiya-pkke-besa-5/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/01/kronolojiya-pkke-besa-4/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/29/kronolojiya-pkke-besa-3/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/26/kronolojiya-pkke-besa-2/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/24/kronolojiya-pkke-besa-1/