SILÊMANIYÊ – Li Silêmaniyê xwepêşandana berfireh a li dijî nedayîna mûçe destpê kir.
Li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi hezaran kes bi dirûşmeya, ‘Birûxî hikûmet’ dest bi xwepêşandanê kirin û daxwaza dayîna mûçe û başkirina rewşa xelkê dikin.
Hêzên ewlehiyê mûdaxaleyî beşek xwepêşanderan kir, lê xwepêşander li ser biryara xwe biisrar ku ber bi Deriyê Sera biçin.