BERLÎN – Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê peymana di navbera PDK û Iraqê de ya li ser Şengalê protesto kirin.
Ciwan saet di 18.00’an de li Berlîn Haûpbahnofê hatin ba hev, derbarê Şengalê û geşedanên dawîn belavokek xwendin.
Di belavokê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk jî parçeyekî vê peymanê ye û nerazîbûn nîşanî PDK û dewleta Tirk da.
Ciwanan bang li her kesî kirin ku bila Şengalê biparêzin.