NAVENDA NÛÇEYAN
Zirara têkiliya PDK û TC yê daye gelê Kurd û Kurdistanê her tim hatiye nîqaşkirin. PDK’ê her çiqa destpêka dîroka van têkiliyên qirêj wek 1991 dixwaze bide xuyakirin jî esasî ev têkilî heta salên 1960 jî diçe.
- Di sala 1984’an de Serok Apo dema ku li ŞAM’ê bû Mesût Barzanî xwest ku pêngava 1984’an neyê avêtin.
- PDK’ê di 17’ê Tebaxa 1985’an de fermandarê ARGK’ê Hamit Avcı li Zagrosê di gundê edîbe de qetil kir. Ji bo ku baweriyê bide dewleta Tirk cenazê wî radestê qereqola Tirkan kir.
- Di 15’ê Tebaxa 1986’an de dewleta Tirka ji bo ku destê PDK bi hêz bike, êrîşeke pir tund a hewayî bir li ser gerîlayên PKK’ê ên ku li Başûrê Kurdistanê bi cîh bûne..
- Di Gulana 1987’an de PDK’ê daxuyaniyek da û diyarkir ku ew hevpeymana ku PKK’ê re çêkirine wê yekalî vê peymanê fesh bikin.
- Di 6- 8’ê Adara 1991’ê de şêwirmendê Mesut Berzani Muhsîn Dizayi diçe Stenbolê û di hevdîtinên veşartî de li dijî PKK’ê biryara hevkariyê tê girtin.
- TC’ê di 6’ê Gulana 1992’an de TC’ê tevgereke bejahiya mezin li Behdînanê da destpêkirin.
- Di 27’ê Hezîrana 1992’an de Sadiq Omer’ê ku taybetmendiyên xwe yê welatparêz û nêzî PKK’ê ve tê naskirin ji aliyê KDP’ê ve hate qetilkirin. Rojek şunde hukumeta Başûrê Kurdistan hat îlan kirin. Di Heman demê de pêşengê welatparêz yê Amediyeyî Alî Şaban û serokê eşîra Surçî, Huseyin Axa Surçî jî ji aliyê PDK’ê ve hat qetilkirin.
- Hukumeta ku 28’ê Hezîranê de ji aliyê PDK-YNK’ê ve hate îlan kirin, biryara xwe ya yekemîn wek PKK’ê re şerkirin da.
- Di 17’ê Tebaxa 1992’yan de PDK’ê Gerîlayê ARGK’ê yê ku bi navê Salman Alagoz hêsîr girtî bû bi pera firote dewleta Tirk.
- Di 2’ê Cotmeha 1992’an de PDK’ê xeta Başûr, TC’ê jî xeta Bakur de di bin navê “Tevgera Kolandinê” de operasyonek dan destpêkirin.
- PDK’ê di 16’ê Gulana 1997’an de di Hewlêrê de ên ku di nava wan de gerîlayên birîndar, rojnamevan, hunermend û bijîşk jî hebûn tevî wan qetîlameke mezin pêk anî.
- Di navbera 25’ê Îlon û 15 Cotmeha 1997’an de artêşa Tirkan re di bin navê “Tevgera Şafak” de operasyoneke duyemîn dane destpêkirin.
- PDK’ê di Gulana 1998’an de artêşa Tirk re bi şeklekî hevpar di bin navê “Operasyona Muratê” de li dijî PKK’ê operasyoneke mezin da destpê kirin.
- Di pêşengtiya Amerîkayê de di sala 1998’an de navbera PDK û YNK’ê de hevpeymana Washingtonê pêk hat û vê ve starta “Komploya Navnetewî”hat dayîn.
- 15’ê Sibata di 1999’an de Rêber Apo Komployekî ve radestê dewleta Tirk hat kirin. Di 15’ê Sibatê dîroka Kurdistanê de wek “Roja Reş” hat binavkirin.
- Di Gulana 1999’an de di pêşengtiya pêşmergeyên PDK’ê de artêşa Tirk di bin navê “Tevgera Sandviç” de li dijî PKK’ê operasyonek da destpêkirin.
- Di Mijdara 2008’an de di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de hevpeymanek hat îmza kirin. Li gor vê peymanê PKK di nava 6 mehan de bihata tasfiye kirin.
- PKK’ê di sala 2012’an de di Bakurê Kurdistanê de Hemleya Şerê Gelê Şoreşgerî pêşxist û 19’ê Tîrmeha heman salê de jî Şoreşa Rojava pêk hat. Van her du buyera PDK’ê û dewleta Tirk zêdetir nêzî hevdu kir.
- Di 2’ê Çileya 2012’an de PDK’ê rêxistinên Kurd yê Rojava civînekê de kom kir û vê civînê de gazî PYD’ê nekiribû.
- Di 7’ê Tirmeha 2012’an de rojnameya RUDAW ya ku alîkariya MÎT’ê ve derdikeve diyar kir ku, ji têkildarê hevdîtina Hewlêrê ve li dijî PKK’ê dewleta Tirk û PDK’ê hevkirin e.
- Di 2’ê Çileya 2013’an de piştî ku çeteyên ÊL-KAÎDE’yê êrîşê Rojava kir, PDK’ê deriyê Sêmalka ya ku di bin qontrola wê de ye li ser Kurdan de girt.
- Di 12’ê Mijdara 2013’an de Wezîrê Karê Derve yê Tirka Ahmet Davutoğlu bertek nîşanê îlankirina Xweseriya Rojava da û got ku “Xweserî tiştekî wisa yekalî were îlankirin nîne.” 2 roj şunde Mesut Berzani berdewama wê axaftinê anî “Tişta ku Rojava de pêk hat şoreş nîne. PYD zilmê gel dike, Rojava de Esed heye.”
- Di 11’ê Sibata 2014’an de PDK’ê daxuyaniya xwe ya ku li ser navê rêvebiriya Federal a Kurdistanê de da û diyar kir ku ewên Rêveberiya xweser a Rojava nasnekin.
- Di 2014’an de, di encama êrîşkirina DAİŞ’a ku xwe dispêre dewleta Tirk de, PDK’ê peşmergeyên di Şengalê de ne paşve kişand û pêşiya qirkirina ku gelê Êzidiya were kirin vekir.
- Gerîlayên PKK’ê yên ku di Şengalê de DAIŞ derxist ji aliyê PDK’ê ve di Şengalê de wek “Dagirker” hat pênasekirin.
- Di 2015’an de piştî êrîşên TC’ê, PDK’yê dîroka xweya qirêj dubare kir destûr da ku TC di Başûrê Kurdistanê de baregehên leşkerî veke û di van baregehan de êrîşê PKK’ê bike.
- Di 2009’an vir ve PDK’ê Kampa Mexmûrê ya Şehîd Rûstem Cûdî dorpêç kiriye û bi vî şeklê ketin û derketina gel asteng dike.
- Di Nîsana 2020’an de PDK’ê li ser xwesteka Tirkiyê, ber bi Zîne Wertê ya ku di bin qontrola PKK’ê de ye ket tevgerê. Li hember vê tevgerê Gerîlayên PKK’ê nêzî Kampê xwe seytere danî. PDK’ê kordînatên Gerîlayê PKK’ê radestê TC’ê kir û bû hevkarê Şahadeta 3 Gerîla.
- Êrîşên Xakûrkê û Heftanînê yên ku di rojevê de îro jî germahiya xwe diparêze re PDK’ê pêşengtî kir. Vê îxanetê têr nekir, PKK di Başûrê Kurdistan de wek dagirker bi nav kir. Vê jî têr nekir Serokên PDK’ê ji PKK’ê re gotin: “Biçin di welatê xwe de şer bikin.”
- Li dijî referandûma Başûr ya serxwebûnê Erdogan gelek heqaret li gelê başûr û PDK’ê kir û gefên êrîşên leşkerî jî xwar. Lê belê vê hevkariyê kalîteya xwe an jî bêkalîtebûna xwe tiştekî winda nekir û hê jî berdewam dike.