BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî mijarê daxuyaniyek da ev agahî parve kir: “Me di daxuyaniya xwe ya 22’yê Tebaxa 2020’ê de dabû, diyarkiribû ku li devera Geliyê Bombat a navçeya Şêrwan a Sêrtê di navbera artêşa Tirk û hêzên me de şer derketibû û di şerê 5 rojan dom kir de gelek dagirker hatin cezakirin de, hevrêyên me Agît û Zinar lehengiyeke mezin nîşandan û heta guleya xwe ya dawî şer kirin û tevlî karwann şehîdan bûn.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Agît Pirsus Nav û Paşnav: Vedat Ok Cihê Jidayikbûnê: Riha Navê Dayikê-Bav: Salîha – Hasan Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrt/28’ê Tîrmeha 2020’ê |
Nasnav: Zinar Raperîn Nav û Paşnav: Davût Tul Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayikê-Bav: Aygul – Îbrahîm Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrt/28’ê Tîrmeha 2020’ê |
Di dîroka Kurdistanê de mînakên bi hezaran lehengiyê hene. Gelê Kurd bi rengê heqîqeteke ku nikare were înkarkirin nîşan daye ku Kurd bi avaniya xwe ya civakî û rêz û rêçikî civakeke berxwedêr e û ti caran li ber zilm û zordariyê serê xwe netewandiye. Rabûna bêhempa û bêmînak a Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya ku dayî destpêkirin, ev mîrateya berxwedêr dewr girtiye, ev weke karekterê têkoşînê diyar kiriye û bi berxwedana efsaneyî ya PKK’ê berbiçav kiriye. Herî baş gelê Kurd pê dizane ku li dijî dewleta Tirk a ku di dîrokê de tim komkujî kiriye têkoşîna azadiyê ya ku wê were dayin encex wê bi berxwedaneke dijwar biçe serî û dîwarên tirsê yên ku bi dehan salan hatine avakirin û hilweşandina bêdengiya mirinê wê bi berdêlên mezin be. Gelê Kurd ê birûmet û berxwedêr bi pêşengiya PKK’ê bi wêrekiyeke mezin her tiş da ber çavan û ev nîv sedsal e ku vê têkoşîna azadiyê ya dastanî didomÎne. Ev têkoşîn her ku diçe mezin dibe û gav bi gav nêzî serfiraziyê dibe. Lehengên mezin ên pêşeng ên têkoşîna azadiyê jî bi berxwdana xwe ya dastanî bêyî dudiliyê xwe feda kirine, hemû êrîşên dagirkeran pûç kirine û di meşa azadiyê ya gelê Kurd de hemû astengî ji holê rakirine.
Hevrêyên me Egîd û Zinar jî li herêma Xerzanê bi pratîka şer pênc rojan mînaka mezin a lehengiyê nîşan dane û aratêşa Tirk a dagirker ji hev tertûbelav kirine.
Berxwedana dastanî ya hevrêyên me Egîd û Zinar li dijî her cure êrîşên bêsinc û dirinde yên dewleta Tirk bûne bersiveke mezin. Careke dî xweziya dagirkeran û nokerên wan di gewriya wan de asê maye.
Berxwedana PKK’ê ji bo Kurdan bûye rengê jiyanê, baweriyê, pêkanÎna hebûn û azadiyê. Hevrêyên me Egîd û Zinar li eniya berxwedanê bi vîna xwe ya qeyîm dema ku şerê dijmin dikin, tekane armanca wan bûye ew ku armancên şehîdên leheng û azadiya Kurdan pêk bînin. Tekane rêya ku mirov dawî li zilma dewleta Tirk a dagirker û qirker bîne ew e ku mirov li ser rêya şehîdan biçe û xwedî li armancên wan ên pîroz derkeve. Hevrêyên me Egîd û Zinar bi berxwedna xwe ev perspektîf dane yên me kesên mayî.
Bi vê çaroweyê di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman, serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em sond dixwin ku mîrateya ku şehîdan ji me re hiştiye bi serfiraziyê tacîdar bikin.”