BEHDÎNAN – Dibe ku ecêb be ku meriv hemî bedewiyên Kurdistanê di kenê rêhevalê gerîla de bibîne, lê her devera ku derbas dibe gazî kûrahiyên meriv dike. Her gerîlayek bi hezkirinî li hevalên xwe, li çiyayên xwe, li deştên xwe, li hewa û ava welatê xwe û li berxwedana xwe ya ji bo welatê xwe dinihêre.
Hema bêje di her pêngava çiyayên ku gerîla lê dimîne de, hevdîtina bi dilekên geş ên ciwan re ji hevdîtina bi hevalên ku bi salan e min nedîtiye xweşiktir dibe. Salên hesret û hesretê di wan kêliyên kurt de ji gotinê wêdetir in. Li şûna bêjeyan, çav kêliyek diaxifin. Ew çav û awirên bi wate ên ku behsa evîn, hesret, êş di heman demê de hêvî jî dikin.
Gerîlayên sedsala 21’an qala jiyan, xweza, parvekirin û Nimûneya nû ya mirovahiyê dikin, dosyayê me yê ku bi sernivîsa ”Sedsala 21’an de Nimûneya Mirovahiyê: Gerîla” me amedekirye beşa 4’emîn ji were parvedikin;