NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku ew girêva birçîbûnê ya girtiyên PKK’yî û PAJK’î ku 27’ê Mijdarê dane destpêkirin slav dikin û ragihand ku yekîneyên wan bi çalakiyan grêva birçîbûnê slav kirine.
Insiyatîvê ragihand ku yekîneyên wan 29’ê Mijdarê li Hendek ya Sakaryayê fabrîkayeke plastîkê û nalbûrê, 30’ê Mijdarê jî li Çayiroava a Kocaelî febrîkayeke qumêş û 3 wesayitên fabrîkayê şewaitandin, 1’ê Mijdarê jî li Bahçelîevler a Stenbolê 4 wesayit, li Kuçukçekmece jî 3 wesayitên lûks û markêtek şewitandine.
Bi berdewamî hate gotin 2’yê Kanûnê li Haramîdere ya Stenbolê otopark û 7 wesayitên nîjatperstên Tirk hatine şewitandin, 3’yê Kanûnê li Buyukçekmece li dijî wesayita tîmên taybet ên Tirk bi teqemeniyên destan û fîşekên hewayî çalakî kirin, polîsên Tirk birîndar bûne û ziyaneke mezin gihaştiye ser wesayitê.
Insiyatîvê herî dawî ragihand yekîneyên wan li Malkara ya Tekîrdaxê jî fabrîkeyeke îlacan a nîjatprestekî Tirk ê AKP-MHP’yî û 2 wesayitên fabrîkayê şewitandine.