SILÊMANIYÊ – Îro encumena Gencên Welatparêz ên Kurdistanê li Silêmanî li hember êrîşa dagirkeriyên dewleta tirk û pdk û hikumeta Iraqê ji bo ser Şengalê û di heman demê de ji bo Piştgiriya Girava zindaniyên li girtîgeha dewleta tirk a dagîrker daxuyaniyek belav kirin. Daxuyanî ji aliyê Daban Mihemed endamê Ciwanên Welatparêz ve hate xwendin.
Naveroka daxuyaniya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê:
“Piştî ragihandina kempîna KCK bi diruşmê “faşîzm û dagîrkarî bese, dem dema azadiyê ye” li tevaya kurdistan û cîhanê û li navbera gişt tex û layenên cuda yên gelên azadîxaz pêşwaziyeke ji bi heybet li vê seferberiya azadiyê hat nîşandan û çendîn çalakî li ser vê diruşmê li tevahiya cîhanê hatin encamdan û supaê dagirkeriya Tirk li heftanînê hat hilweşandin. her ev sedeme jî wa li dewleta Tirk a dagîrker kir qirêjtirîn û hovane trîn û dujminê mirovahî û azadiyê di cîhanê de were nasîn.
Lewre jî ev dewleta hov wek dawî qirewira xwe dixwaze bi hevkariya dewleta îraqê û pdk bi awayekî kirêgirtî karê nîvero yê çeteên dayşê li şengalê dawî bînin û dîsan zilamên şengalê werin serbirîn û jinên şengalê jî wek kenîze dîl werin girtin. Tiştê ku eşkereye dewleta tirk bixwe çavkaniya berhem anîna hizr û kiryarê dayşê ye û dujminê gelê kurd û azadiyê ye, lê belê kanê çawa partiya demukirata kurdistanê ji bermayika mîrateya ji dayşê jêremay dixwaze gelê şengalê qir bike?
Em wek Ciwanên Başûrê Kurdistanê her kesî pişt rast dikin ku li gor êrîşa bo ser her kêliyeke axa vî welatî bê deng namînin û em ê xwediyê helwestekê bi pîvan bin li hember her êrîş û dagirkeriyekê û em xwe weke hevrêbazê wan zindaniyên mangirtî ên azadiyê dizanin ku niha di zindanên dewleta dagirker a tirk de ev e di pêncemîn roja xwe ya mangirtinê jibo azadiya rêber APO û azadiya gelê Kurdistanê de ne û sererayi hemû rêgirîkirin, zor û zehmetiyên zindanê ji bo beşdariya li kempîna “Faşîzm û dagirkerî bese, Dem Dema Azadiyê ye” bi wê moral û îradeya xwe ya pîroz dest bi girava birçîbûnê û di zindanê de dersa îradeya azad û xweragiriya Gelê Şoreşger didene me, em jî sozê didin ku bibîn e timamkerê xewn û armancên wan”.